Derbarê guhdirêj û zimandirêjan: Du gotin!


Diyar Elikî

Diyar e ko eger mirov ji xwe şerm neke, dikare hertiştî bike.Lê, her weha, divê ko ew amade be ji bihîstina hindek gotinên nexweş ku şerma wî/wan li wî/wan vegerîne, bîne bîra wan!

Belê, ev demeke ku siyasetmedar û ramanvanê kurd Selah Bedredîn bûye nîşana êrîşên bê ser û ber û pûç û vala ji aliyê hindek kesên naskirî bi durûtî û keysperestî û çavnebariya xwe ya bê hempa!
Di destpêkê de, di malpera RizgariOnlin ê de, Zinarê Xamo-li ser awaza Albêr kamo-(belkî ji vî belengazî weye ku ewê bi lixwekirina vî navî bibe weke wêjevanê Firensî yê bi nav û deng Albêr Kamo!!), nivîseke dûr û dirêj derbarê nivîsên Selah Bedredîn yên ku di malpera Nefel ê de têne weşandin, belavkir û têde hemû zikreşî û kîndariya xwe ya ku ji mêjve di nava wî de dikele derxiste derve.
Nizanim çima dema min ew nivîs xwend, ez wisa hest bûm ko niyeta nivîskar ne hewqas zelal û safî ye, angu wisa dixuye ku ew şîr helal nîn e! .Bêtir ew bala xwe dide kesayetiya Bedredîn û heta jê tê hewil dide ko wî “kêm” bike tanî ko mafê nivîsandinê jî lê qedexe dike!Gelo eger ev Zinar-xwedê neke- serokê yekîtiyeke nivîskarên Kurd bûna , wê çi anîbûna serê rêhevalên xwe ?Xwedê me ji van kesan biparêze!
Piştre di heman malperê de, Bedredîn bersiva xwe weşand û bi kurtî û kurmancî heqê neheqan da wan.Lê, qîma Zinar nehat, careke din rabû ser piyan û gotarek belav kir dîsa kîna xwe ya zehf û gelek derheqê Bedredîn de, nîşanî xwendevanan da.
(di nivîsa wî a didiwan de 3 derewên veşartî hatine holê:yek, negot çima reviya Awropa! Gelo jiber Kurdayetiyê yan sedemek dinê ??!dido, navê xwey rast negot! Sisê, xwe li gotinên berê liser Bedredîn di warê siyasî de nekir xwedî û xwest bixe pirsa ziman her wekî wî liser hevpeyivîna wî bi Tishk tv re nivîsî bû ,her wisa liser rola wî )
Çîrok li vir jî bidawî nehat, du kesên din jî ku ti xem û hema wan nîn e ji bilî êrîşbirina ser Bedredîn xwe berdane meydanê!!Qadoyê “şêrîn”û Sîrwan ê Berko–mîna antî-Bedredîn-têne naskirin-wan jî tûrikên xwe yên di kokê de vala, vala kirin û gotina xwe gotin. Gelo malpera Amûdê bê êrîş û xayinkirina Bedredîn nabe?Dibe, lê mesele ne ev e.Ev jî ne ecêb e…dîsa şehweta kew di nava wan de, gur bû!Weke Barzaniyê nemir carekê got:Herkes dijminê kewê ye, kew jî dijminê xwe ye !Gelo, kî ji vê galegalê tevî sûdê werdigire?Eger Sîrwan, Selah mîna parçekerê tevgera Kurdî dibîne, ew bi van karê xwe xizmeta vê yekîtiyê dike anjî parçebûnê bêtir dike?
Gelo, ev Qadoyê ku dişibe hertiştî ji bilî nivîskarekî, ji xwe şerm nake ku wisa bêser û ber û bi gotinên”bazarê”yên ku ji wan pêve nizane, êrîşî siyasetmedarekî Kurd bi nav û giraniya Bedredîn dike?Ma gelo ew wisa” xwe na hetikîne” û rastiya xwe ya pûç dernaxe holê!?
Ji aliyê din ve, Sîrwan Berko heta kengê dê kar û emelê wî devavêtina xelkê be?!
Ez tucarî bawer nakim ku sinciyên kurdewariyê wisa bin, û ez di kurdîtiya Qado û Berko de bi guman in, erê ew bi zimanê Kurdî dinivîsin lê, sincî û tevgerên wan ji kurdewariyê herî dûr in.Ji xwe meseleya Sîrwan diyar e, ew ne ji dûr û ne ji nêzîk, têkiliya nivîsên Bedredîn nake-ez bawer dikim wan naxwîne jî-lê bêtir bala xwe dide tawankirina Bedredîn weke ajan û xayin ûûûûûû!Armanc diyar e û xwedê tenê dizane ew pereyan ji kê û kê distîne ser van “nivîsên” xwe!?Sîrwan tenê vê nameyê digihîne xwendevan û her kesî(ez ev im !qoça we!!).
Baş e , birêz Sîrwan me baş û qenc te naskirî ye, êdî ne hewceye tu hê bêtir xwe bi hetikîne û bi ser de xelkê tawan bike?şîreta min ew e ku tu û Qado û Zinar, eger navê we her sêyan jî rast be!-yekîtiya qeşmerên Kurd ava bikin, û ez sozê didim we ku wê tukes nebe endamê wê hetahetayê!
Di dawî de, ez  di wê baweriyê de me ku rastî dereng be jî, dê derbikeve holê û kesên ku piraniya temenê xwe di ber doza gelê xwe  de borandine û yên ku bi tiştin din daketibûn, jihev bêne cidakirin…ne ez û ne Qado, nejî Sîrwan anjî Zinar wê vê cidakirinê pêkbînin: Tenê milletê kurd wê vê yekê bike!
Jixwe tukes nikare biriyara millet red bike!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….