Koma Xanê ya folklorê kurdî û Newroza 2007 an

  Amadekirin: Mehmûd Badili

Koma Xanê ya folklore kurdî di newroza îsal newroza 2007 an de li devera Çolbistan herêma Dirbêsiyê, ya ku partiya çepê kurd li sûrî wê amade dike
bi rengekî berçav û xuya û bi şêweyekî eşkere bernameyên xwe çi bi kurdî û çi bi erebî ne tenê li ber destê miletê xwe lê belê li ber destê miltê ereb jî û hemû cemawerên amide bûbûn raxist, digel bernameyên koma Xanê herdem di her newrozê de pirr zengînin, lê îsal cuda bû ji her salê, ji her salê dîtir zengîntir bû, hemû êş û kul û derdê miletê kurd û miletê sûrî bi tevayî li şanoya xwe civandibû, hemû kêşe û xemgînîyên miletê kurd di rêya şano û stiran û reqs û samayan de weşandin, şano ya bêtirî her tiştî li ser westiya bûn, xemgînîyên millet tevde li ber desta raxistin û ji hemû alîyan siyasî, civakî û rewşenbîrî, rewşa siyasî û civakî yên sereke bûn, pirsgela zinara erebî û hejmartina awarte yên şofînist, pirsgelên azadî û demoqratîyê di welêt de, pirsgela bêparbûnê ji mafê netewî û fêrbûna zimanê zikmakî, raperîna 12 Avdarê 2004, pirsgela wekhevîyê di navbera jin û mêr de, pirsgela hezkirinê û rewşa keç û xortan digel êş û janên ku di vî warî de dibînin, lê pirsgela ya herî girink û berçav ku di her şanoyê de berz dibû pirsgela qatê feqîr ya jar û birçî, rewşa karker û çotkaran di welêt de, jiber ew bêtirî her kesî di hindirê welat de dilêş û birîndarin, barê êş û xemgînîya wan girantire ji yê her kesê dîtir, roj bi roj qatê hejar birçîdibin û feqîrdibin, lê yên zengîn zengîntir û dewlemendtir dibin.
beşê stiranan ne kêmî yê şanoyê bû, hemû stiranên welatparêzî û netewî û civakî û evînî pêşkêşbûn, li hember eva ha gişî dîlan û sema û lîrelîr bêtir geşdibû, her dîlanek kevaleke dîrokî ji folklorê kurdî berçav dikir, bîrweriya kurdî ji nû ve vedijand.
koma Xanê ya folklorê kurdî newroza 2007 an geş kir û dilê mirovên kurd û hemû cemawerên amade bûbûn pirr xweş kir.
Bijî newroz cejna netewî ya kurdî, bijî kurd û kurdistan, bijî koma Xanê ya folklorê kurdî .  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…