MİN Jİ WE HESKİR

  Reyhan Serhan

Carna gotin di qedin û bedengi di axive
Evîn di wesetin hest di bezin û di firin
Hemû tişt di qede
Lê birîna evîne na yê girtin û ji bîrkirin
Tene birîna evîne vekirî te heştin
Nayê cebirandin bi tû dermanan
Min ji zûdê ji te heskiribû
Paşê jî  min ji lawê te ê esmer heskir
Îdî ez ne dikarim ji  te û ne jî ji lawê te dûr bikevim
Her yêk ji we bûn evînêk min a parçekirî di dilê bi birînde

*

Li çiya û çemên te

Li Zinar û diyarên te
Li Ax û Avên te bêlav bûn
Di dilê bêlêngaz û westayî de
Evînên we herdûyan şax vedan

*

Min ji we herdûyan heskir
Bi qasî nav û xweza te min ji we heskir
Di xwazin bawerkin di xwazin bawer nekin
Min ji we herdûyan heskir
Ji we herdûyan…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…