Hejmara 16’emîn ya kovara (W) DERKET!

Xwendevanên hêja!
Piştî demeke ji her aliyî ve germ, careke din dem xweş be! Ji bilî germa havînê germa hilbijartinan jî gelek bandorker bû. Di pêvajoya hilbijartinê de bi gelek mebestan qala zimanê kurdî jî hat kirin û hinek nîqaşên sivik jî hatin kirin. Lê bi rastî zimanê kurdî çawa ku nebû zimanê hilbijartinan wisa jî ji bo zimanê kurdî bernameyek ji hilbijartinan derneket. Hêviya me ew e ku parlamenterên li ser navên    kurdayetiyê hatine hilbijartin di demên pêş de ji bo zimanê me bi bernameyeke têr û tijî dakevin qada têkoşînê.
Xwendevanên delal;
Di vê hejmarê de jî me hewl da ku kovareke têr û tijî bigihînin ber destê we. Di vê hejmarê de ji bilî dosyeyê Serwet Denîz, Adar Jiyan, Faysalê Ûsiv, Behlûl Zelal, O Henry, Omer Dilsoz, Dilawer Zeraq, Arjen Arî, Ayhan Meretowar, Koçer, Ciwanê Abdal, Îbrahîm Ebdî û Mahmûd Badilî bi nivîsên xwe; Evdile Koçer, Şêrko, Ayhan Geverî, Sîpan Xizan, Şengul Ogur, Dilxwaz Herdem, Xangul Ozbey û Azad Ronakbar bi helbestên xwe  wê bibin mêvanê we.
Di dosyeya vê hejmarê de jî me Seydayê Tîrêj yê ku ji kaniya hestên xwe helbestên welatparêzî, evînî û lehengiyê herikandiye kir mêvanê we. Ew ê ku dibêje “Ey bilbilê dilşadî hela wer bike fîxan / Derdê me giran e ey bira, birîna me kûr e”. Ew çinara ku rehên wê hem ji rûbarê kevneşopiyê û hem jî ji rûbarê nûjeniyê avê vedixwin….
Me di hejmarên berê de diyar kiribû ku em ê bi tenê kesan wekî dosye negirin dest; em ê heyam û berhemên ku li wêjeya kurdî bandor kirine jî bigirin dest. Di hejmara 17’an de jî em ê li ser mijarek cuda bisekinin. Mijara me ‘Di Pêşketin û Xurtkirina Wêjeya Kurdî De Çanda Medreseyê û Rista Seydayên Xwedî Îcazet” e.

Bi hêviya ku ‘kirin’ ciyê ‘gotin’ê bigire, heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de….
Naveroka Hejmara 16’emîn

Sergotar / Edîtor………………………2
Pirên şıkestî / Serwet DENÎZ…………………………..3
Rastbînî ango Realîzm / Adar JIYAN………………………….7
Kedkarê Kelepora Kurdî: Mele Xelefê bafeyî / Faysalê ÛSIV……………9
Şopa bavê mın / Behlûl ZELAL………………11
Pelê dawîn / O HENRY………………………………15
Xwîna stranên Mehemed arıfê Nemir / Omer DILSOZ……………19
Hêviya Li Dû Mirinê Mayî / Dilawer ZERAQ………………20
Di helbesta cegerxwîn de şêweyek: Helbestname / Arjen ARÎ…………………22
Çîroka tava xwînşikestiyan/ Evdile KOÇER…………….51
C(j)ana Mın / Şêrko……………….52
Şevrûyam / Ayhan GEVERÎ…………………53
Koda darîn / Sîpan XIZAN…………….54
Zagona Zıkmakî / Şengul OGUR………..55
Du Peşk / Dilxwaz HERDEM…………….56
Bi Xatirê te / Xangul OZBEY………………..57
Em biçirisin hevalino! / Azad RONAKBAR…………58
Şano (Teatro) / Ayhan MERETOWAR…………59
Sê Methelok / Koçer…………………63

 

Dosye – Seydayê Tîrêj

Amadekar: Enîse Şîrîn –  Azad Zal…………..25
Seydayê Tîrêj û Dîwana Yekem Xelat/ Zinar Soran…………27
Pêşgotina Dîwana Yekem Xelatê / Zinar Soran…………..28
Du Hevpeyvîn Bi Seydaye Tîrêj Re / W…………….30
Helbestvanekî Ji Nifşê Kevn Bi Nifşê Nû Re Dipeyîve/Hevpeyvîn: Konê Reş..31
“Em Hemû Berpirsiyarê Êşa Vî Gelî Ne” / Hevpeyvîn: Dildarê Mîdî……….33
Xewna Min Û Bersiva Cegerxwîn / Seydayê Tîrêj…………..34
Bersiva Nayıfê Heso / Cegerxwîn…………………34
Seydayê Tîrêj Di Çend Rûpelan De / Ciwanê Abdal……….35
Şîna Seydayê Tîrêj / Ciwanê Abdal………………..38
Xwendinek Li Dîwana Xelat A Seydayê Tîrêj / Îbrahîm Ebdî…………39
Bilbilê Dilşadî / Seydayê Tîrêj…………………..42
Tîrêjê Bilbilê Dilşad / Mizgîn Aydın……………….43
Jin Di Helbestên Tîrêj De / Daner: Mahmûd Badilî………….45
Ey Welat / Seydayê Tîrêj……………….47

Pê Xweş Im / Seydayê Tîrêj……………48

Sergotar / Edîtor………………………2Pirên şıkestî / Serwet DENÎZ…………………………..3Rastbînî ango Realîzm / Adar JIYAN………………………….7Kedkarê Kelepora Kurdî: Mele Xelefê bafeyî / Faysalê ÛSIV……………9 Şopa bavê mın / Behlûl ZELAL………………11 Pelê dawîn / O HENRY………………………………15Xwîna stranên Mehemed arıfê Nemir / Omer DILSOZ……………19Hêviya Li Dû Mirinê Mayî / Dilawer ZERAQ………………20Di helbesta cegerxwîn de şêweyek: Helbestname / Arjen ARÎ…………………22Çîroka tava xwînşikestiyan/ Evdile KOÇER…………….51C(j)ana Mın / Şêrko……………….52Şevrûyam / Ayhan GEVERÎ…………………53Koda darîn / Sîpan XIZAN…………….54Zagona Zıkmakî / Şengul OGUR………..55Du Peşk / Dilxwaz HERDEM…………….56Bi Xatirê te / Xangul OZBEY………………..57Em biçirisin hevalino! / Azad RONAKBAR…………58Şano (Teatro) / Ayhan MERETOWAR…………59Sê Methelok / Koçer…………………63Amadekar: Enîse Şîrîn –  Azad Zal…………..25 Seydayê Tîrêj û Dîwana Yekem Xelat/ Zinar Soran…………27Pêşgotina Dîwana Yekem Xelatê / Zinar Soran…………..28Du Hevpeyvîn Bi Seydaye Tîrêj Re / W…………….30 Helbestvanekî Ji Nifşê Kevn Bi Nifşê Nû Re Dipeyîve/Hevpeyvîn: Konê Reş..31“Em Hemû Berpirsiyarê Êşa Vî Gelî Ne” / Hevpeyvîn: Dildarê Mîdî……….33Xewna Min Û Bersiva Cegerxwîn / Seydayê Tîrêj…………..34Bersiva Nayıfê Heso / Cegerxwîn…………………34Seydayê Tîrêj Di Çend Rûpelan De / Ciwanê Abdal……….35Şîna Seydayê Tîrêj / Ciwanê Abdal………………..38Xwendinek Li Dîwana Xelat A Seydayê Tîrêj / Îbrahîm Ebdî…………39Bilbilê Dilşadî / Seydayê Tîrêj…………………..42Tîrêjê Bilbilê Dilşad / Mizgîn Aydın……………….43Jin Di Helbestên Tîrêj De / Daner: Mahmûd Badilî………….45Ey Welat / Seydayê Tîrêj……………….47

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…