Rexne neynik e!

  Ezîz Xemcivîn

Nikarim gazinê ji rûpelên (internet) bikim, lê bikaranîna mişkê PC (computer) bi destên hinek nezanan dihêle gelek tişt li bin guhê hev bikevin..
Dema internet giha welat, yan li nav xelkên me yên li derveyî welat belav bû, bi giştî deriyên nû li pêş xwendevan û rewşenbîrên kurdan vekir..
Beranber jî, yên ko dixwestin di pencereyên reş re derbasî internet bibin, wan jî armancên xwe têde dîtin.. Programên diyalok û têkiliyê mînak (paltalk, msn û skype..h.d) yên bi hemû awayan bi başî, nebaşî, tinazî, dilpakî û zikreşî bikar hatin..
Belavbûn û xwendina gotar, helbest, çîrok û rexneyê, dîsan corbicor di nav me de bi hemû awayan bikar hat..!!

Aso li ber me vebûn, sînor şikestin û sansor têk de çûn.. Me gelek kiryarên pak û nepak bihîstin.. Me dilê xwe bi başî û nebaşî ji hev re vekir. Beranber jî, kesên hêja û nehêja ji me re diyar bûn, rêkên pir dirêj û cihên dûr ketin ber destan û pîvan qurmiçîn..
Dibe ko fireh zîvirîm, lê babeta min ya ko vê carê ez we bi wê ve mijûl bikim, li ser diziya ko di internetê de dibe..Ev jî li bal hinekan hêsan e, hem kifşbûna wê jî li bal hinekî din pir hêsan e.. Yek ji van kesên ko me ew di neynika rexneyê de binçav kir, nivîskarê kurd yê bi Erebî dinivîsîne Daryos Darî ye..Ev bû bêtir ji salekê min ew naskir, dema me li Dubey hev dît.. Ji wê hingê ve gotarên wî bala min dikişînin, çimkî dema merov malperekê vedike, pêşî çavên merov li navê nivîskarên nas dikeve, tev wa jî ger ez ji kê re bixwînim; bê pirs, vekolîn ji nivîsê dernakevim..
Xuya dike hevalê me Daryos ew têgihana wî bi razeyên internet nîne, lewra zû bi zû ket dahfê, min çend gotarên wî xwendin pir xweş û balkêş bûn. Mixabin di encama vekolîna min de, ew gotar yên diziyê derketin û evê yekê pir dilzarî bi min re çêkir.
Gelo çima diziya gotaran dibe? Çima mafê hin kesan tê xwarin?
Bila ji meh an ji salê, yê nivîskar tenê gotarekê an helbestekê an çîrokekê binivîsîne, lê bila ew ji berhemên wî be, ji nav dil û cergê afrêner be..!!
Hinek ji me, ji van rastiyan dilteng dibin, hinek ditirsin ko av nêzîkî cila bin wan bibe û hinên din jî ji rastiyê hez dikin, bila rastî hebe bila zilindar be..
Min hinekî din di neynikê de dîtine, lê rojên bên eger asîman sayî bibe û neynik bêtir zelal bibe, êdî em ê ji paşerojê re bihêlin..!!
Ev hinek ji nivîsên mamoste Daryos Darî yên ko guhastine û bi navê xwe li malperên kurdî belav kirine:

1-
هو وهي .. مع التحية…؟
بقلم داريوس داري http://www.gemyakurda.net/modules.php?name=News&file=article&sid=3322

li gelek malperên kurdî yî din jî hatiye belav kirin..

Hûn dikarin li vê nivîsê vegerin û beranberiyê bikin:

ما الذي تحبه المرأه في الرجل ؟

Xuya dike ev nivîs gelekan ji hev diziye..

http://hawa.6rb.com/view-6842-4-11.html
http: http://www.ahsas.net/vb/showthread.php?t=751
http://www.ansaralhojah.com/vb/archive/index.php/t-9814
http: //www.mo5ayyam.com/vb/showthread.php?t=3391

2-
المرأة الأديبة و (المثقف الشرقي)؟؟؟؟….بقلم داريوس داري
http://www.xak.cc/modules.php?name=News&file=article&sid=518&mode=thread&order=0&thold=0

1.11.2007

Mamoste Daryos ew ji vê gotarê biriye:
المرأة الاديبة والرجل (المثقف)

05/09/2007

3-
اضحك بالتي هي أحسن …..؟!
داريوس داري:بقلم

Mamoste ew jî ji vê gotarê biriye:

الضحك.. أفضل وسيلة للتخلص من المشاعر السلبية
http://www.latef.net/women/modules.php?name=News&file=article&sid=57
http://www.janatalashab.com/vb/showthread.php?p=148522
منقول من مجموعة كتب روافد الطب البديل
http://www.sahm-ahsas.com/vb/showthread.php?p=64795

10/11/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…