Narîn omer
rahêşte deftera bîranînin wê
cavê wî çend xunavên germ herikandin
demê xwend:
hevalo… min tu hebandî
di derveyê sînorade
dûrî sîncê zar û zimana de
rahêşte deftera bîranînin wê
cavê wî çend xunavên germ herikandin
demê xwend:
hevalo… min tu hebandî
di derveyê sînorade
dûrî sîncê zar û zimana de
dûrî sihka niştîmanîyê de
lêêêêêê belê pêlên evînîyek germ
di dilê minde li hev dû gran
dema te bi zarê tirsê pirsî
rindê…ma tu kurdî??!!
Ji wê rojê ve
Min supasîyên hêja şandin ji gerdonêre
Ko ez di malzarokek kurdî de damizrandim û
Sipartî himbêzek kurdî kirim û
Landikek kurdî bi lorî lorî ez hejandim
Pênûsa dilê wî bersiv da û got
Canê… min jî ji ber van hemîya tu hebandî
Dilopên xwenava çavan herikî…herikî
Da gihiştin dawîya perên defterê
Ta ji nav dilekî de
di dilê minde li hev dû gran
dema te bi zarê tirsê pirsî
rindê…ma tu kurdî??!!
Ji wê rojê ve
Min supasîyên hêja şandin ji gerdonêre
Ko ez di malzarokek kurdî de damizrandim û
Sipartî himbêzek kurdî kirim û
Landikek kurdî bi lorî lorî ez hejandim
Pênûsa dilê wî bersiv da û got
Canê… min jî ji ber van hemîya tu hebandî
Dilopên xwenava çavan herikî…herikî
Da gihiştin dawîya perên defterê
Ta ji nav dilekî de
Çend dilên ken xweş hatin çandin