Bi sûnd

Abdsemed Hesen

Bi sûnd ezê binîsînim helbesta
Wergerînim ramana ramana sere xwe
Ta helbest bi bî helbest
Bi sûnd ezê ezê deynim helbesta
Ta li cîhanê hebin bi dest
Ezê deynim helbesta
Li ser welatê xwe
Li ser kurdistanê
Li ser gelê xwe
Li ser xaka xwe
Bi sûnd ……….
Li ser roja nû
Li ser newrozê
Li ser li ser Kawa agir û dozê
Bi sûnd ………
Li ser zêwa û hlepçe
Qele diza û cirnik
Li ser sîpan û xelat
Nemrûd û erarat
Li ser agirî
Li ser dêrsim
Li ser hewlêr
Li ser kelhor û kudî
Li ser mad û sopar
Bi sûnd ………
Li ser aliştar
Şehrezor ; çem çemal û buhar
Li ser lor û xalidî
Li ser xanê li ser feqê
Qedrîcan û herîrî
Li ser cegerxwîn
Şêrgo hejar û cezîrî
Bi sûnd ……………
Li ser qamişlo
Amûd û efrîn
Li ser amed
Mehabad û xaniqîm
Bi sûnd :
Li ser xweristê
Li ser doj û buhuştê
Li ser bin desta
Li ser birçiya
Li ser sêwiya
Li ser dîl û jara
Perîşan û hejara
Bi sûnd
Li ser kurtêlê nan
Li ser avê
Li ser bê
Li ser bêrê
Li ser azadiyê
Bi sûnd :
Li ser zinadana
Li ser pakrewana
Li ser tivingê   
li ser xamê
Bi sûnd :
Li ser heyv û rojê
Li ser xweşikbûnê
Li ser kenê zaroka
Li ser sînga diya
Li ser kezyê keça
Li ser zend û bendê xorta
Bi sûnd
Li ser çakûç li ser dasê
Li ser sor û kesk
Zer û sipî
Li ser tîrêja rojê
Li ser yekîtîyê
Bi sûnd ……..
Li ser evînê
Li ser xwînê
Li ser birînê
Li ser dûrbûnê li ser biyanê
Bi sûnd
Li ser leyla û margirêt
Fatme û edlexan
Şêrîn û perîksan
Bi sûnd ………
Li ser şêrîn kula dilê min
Kula evîna min
Bi sûnd
Li ser evîna xwe
Li ser hevala xwe
Şêrîna xwe
Bi sûnd û bi sûnd û bi sûnd
Li ser …….. û Li ser ……..û Li ser
Welat ……..

                    Gel……….

                                      evîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….

Hozanê Girkundê

Ya ku bi hûçikên dilê min girt û derbasî
Hicreya hestên xwe kir tu bû
Ya ku min fêrî noşandina meyê kir
Li sikakên serxweşyê
Giyan ji sînga min revand dîsa tu bû
Ya ku min li bin barana
Bendemamê dihişt û kincên
Xeyala te li xwe dikir erê tu bû
Ya ku girî di çavên min de
Gêj dikir
Û mîna balindekî basik…

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…