Sal salan dispêrin hev *

 M.Emîn

Sal di çin û tên û salan dispêrin hev, salên Kevin xwe ji rêwengiyê re kar dikin, hêviyên bingirtî dihilkewêşin, didêrin û li berbadikin, cil û berkên rengîn, kar û barên xwe di nava buxçika bûkaniyê de di pêçin û li pişta xwe dikin, omîd, daxwaz, kul û derdan pêre serbardikin .
Salên Kevin di ber hev re di bin siha bîranînên bergirtî de li hev mehirdikin û di bîra kûra hêviyan de bi hostayî wan disûn û di rex hev de rêzdikin, rêzên dîwarê hêviyan hêdî-hêdî di nejirînin û bi demê re zincîra bejin û bala wî bilind dikin .

Sal di bihorin û salin nû singa xwe ji jiyaneka nûtir re vedikin, bergeh û rûpelin sipî li pêşiya xwe radixin, Tûrê omîdan ji milê xwe tavêjin û li beyarekê stewir valedikin, omîdên zîldayî ji nav koma wan vedwejêrin û bi cansivikî wan didin alî, wan berhevdikin û di jîngeheka saxlem û aram de, li ber awir û çavdêriya evîndarên jiyanê ji nû ve di gulzara vîn û viyanê de bi nermî di çînin .

Sal sala himbêz dikin, di salên nû de kaniyên daxwaz û xwestekan derdibin, ava zelal di cok û rûbarên hiş û sewdanan re di herikin, cokên gerav û av lê palayî, golên rawestayî û av lê pengayî ji nû ve nû û zelal dibin, li berav û kevanên çem û kaniyan gul û kulîlkên ciwan vedibin û bêhneka xweş li hewîrdorî xwe di barînin, jîn û jiyanê bi xwe re xweşdikin, hêviyên evîndarên jiyanê bi jiyaneka azad û serbest di xemilînin.

Sal derbasdibin û salin nûtir cihê wan digirin, lê bayê hêviyan na rawestê, jenên dilê dildaran na tebitin, geşbûna çirîskên omîdan na çilmisê, na kitirê ta ku destên bendkirî rizgar nebin û dergehê rikehan li piştê newin vekirin .

em bi hêvîne ku sala nû, sala (2007) ê singa xwe ya sipî ji hilgir û berevanên bayê hênik û bêhna xweş re vekin, ku bi Karin bi nerim û nazî dora hêviyên zîl û katedayî bi xepêrin û wan di bin sêhwana xwe de ji tîrêjên kelagerma havînê bi parêzin, ta ku ne çilmisin, roj bi roj mezinbin, her û her bi mînin avis û dilgerim,tov û berê nûhatî zêde bikin û pêşeroja salên dahatî ronî û geştir bikin .

* ev gotar di belavoka (partî – hijmar (3)) de hatiye weşandin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…