PEYVA TAZÎ – 15

Dildar ismail

Di 21.05.2005an de û piştî xir û cirê û keft û leftê  wêneyek ji 3 kesan ve (((Beşar . Xêro û Mostafa))) û di binde çend gotin hatine danîn weha dibêjin : me di partî xistin yek PHGKS-PÇKS  û li ser malpera hate belavkirin bi soz û peyman emê weke xwe bikin .emê hersê tenê xwedî biryar û gotina dawî bin .
kes bê me nikarê tirekê bike em xwediyê  dîmoqratiyêne em xwediyê rastiyê ne xwediyê pêncê tebaxa 1965 ne.xwediyê serxwebûna kurdisana başûrê rojava ne..em û em û em heya sibehî em…û dûvre  ….?  Serê sedî sisê ji wan soza pêknehat . û di kongirê yekîtiyê yê yekemîn de. di Miha gulana 2006an de .di vê demê de pêk hat kî bawer dikir di hundirê kongir de, gelek hindaman xwestin ku hersê kes sûnd bixwin û bê nivîsandin ku kesê ku xwe hilbijêrê ji bona serokatiyê heger dernekeve ti parçebûna dest pênakê û wê xwedî sûnd û soz be((ji ber weke hûn dizanin di hemî konirê partiyên kurd li sûriyê de ti rexin û mexin hebin parçebûn li dare.û nemûne gelek li darin hûn dizanin )) .lê mixabin yekî ji wan hersê kesan xwediyê wênyê navê bi nav Xeyredîne dijî vê biryarê derket û wilo got: ev karê zarokaye em zilamin û em qet qebûl nakin van tişta .û sûnd û mûnd ji mer nabe em ciyê baweriyê ne ciyê dilsoziyê ne em emin . me temenê xwe hemî di riya welat parêziyê de buhirandiye ê weke we hê şîr dixwarin .û ev sûnd û mûnd çarek din ji devê we dernekeve  şerme û ne ji rojeva meye…..wilo hat gotin em çibikin derbaske û xêro bû serokê hemî kesê rûniştî lê berê hatibû amadekirin ku xêro bibe serok heger ne wilo be gava yekîtiyê dest pênedikir lê wilo hat û çêbû.  û piştî ger û tevgera li gelek welatên derva yên ku kurd lê dijîn .û çalakiyên berdewan hemî dan rawistandin hemî tevlî hev kirin weke golikê ku gêrê bike hemî tevlî hev kir û da xwe.hemî pûçkirin û serê xwe di legena zingarî de şûşt..çend li vir çend li wir hemî dane ber, dûr bi dûr kirin û seyrana xwe berdewam kir û iltîca xwe ya însanî bi zor sitand li nêrwicê  … lê ev me nejêye …emê berdewam bikin peyva xweyî bê sînor heya meclisê merkezî yê P.A.K.S di miha 7an de 2007 hate danîn û hêvî  gelek li peyî bûn lê mixabin serî hatin tewandin û bersiv ji kesî çênebû û her tişt weke xwe ma .û çûna cem elî memlûk li şamê berdewam kir …her tişt weke xwe ma heya mirineke zer . an êşek bê derman . an guhekî ker.
06.08.2007
dildarismail@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…