Navbenda NERCIS a Rewşenbîrî şevek li ser yekemîn pirtûka çîroka kurdî a nivîskar Lewend Dalînî

Li Qamişlo, roja Pêncşembê 6ê Hezîranê 2012, Semînarek rewşenbîrî li ser pirtûka yekemîn a kurte çîroka kurdî a bi navê RAMANEK a nivîskar û helbestvan ê kurd Lewend Dalînî li darket.
Mamoste Redwan Mihemed ji Navbenda NERCIS bixêrhatin kir û gotin da beşdaran ji bona têbînên xwe bidin xuyanî kirin.
Lêkolîner Brahîm Mehmûd ê ku pêşgotina pirtûk ê nivîsandibû, bi drêjayî li ser naveroka çîrokan rawestiya û dît ku çîrok zimanê civakê ye û roleke mezintir ji a helbestê bi kartîne.
Çîroknivîs Mihemd Xêr Ûmer hinek têbînên xwe diyarkirin, nemaze di hebûna gotinên Erebî di nava çîrokan de.
Mamoste Ferman Boncix, li ser kurte çîrokan rawestiya û giringîyek gran di nivîsandina bi zimanê kurdî û weke bingehekî taybet dît.

Li dawiyê mamoste Lewend du çîrokên xwe xwendin û mamoste Redwan şev bi dawî kir.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…