Hişyarê Emerê Lalê her yek ji me pêwist dikê ku bi rola xwe rabê ev erkê me hemyane bila em hevdo qebûl bikin dem hatiye derfetê neberdin.
di sala /1920/ ande di rêkeftinama SÎVER de hinik ji mafê kurda bi cî hat lê ETATURIK bi alîkariya hinek kurdên xwe firoş dema rêkirin/ USBET ELUMEM/ gotin em û tirk birayê hevin em misilmanin me tiştek navê rabîn rêkeftinnama SÎVER bi ya LOZAN guertin piştî mafê kurda jê rakirin ev belgenama dîrokî ji dest me çû
Ev /90/ sale tirêna azadiyê ji me boriye nehêlin vêcarêjî bibûrê ger vêcarê jî bibûrê em nizanin wê kengî dîsa derfet werê û hêdî poşmanî nema feyde dikê.
meydana kar û xebatê vekin ji herkesê dixwazê xizmeta milletê xwe bikê û ne xwe tenê bibînin berpirsyarê vê qûnaxê û ne xwe tenê bibînin xwedyê biryara
Dema E.N.K çûyî kurdistanê serok Mesod Barzanî ji wanre weha got (şert û mercên ku em alikariya we bikin divê hûn rêzê xwe bikin yek ji ber ku ev qûnqx qûnaxekî hestyare divê hûn xwe dûrî hizbîtiya teng bikin ji ber ku hizbîtiya teng wê derfetê ji dest we bibê û em jî hêdî nikarin alîkariya we bikin ji ber vê jî ez weke birakî û weke kurdekî vê gotinê arasteyî we dikim û berê we li paşerojek roniye û di bawerya minde hûnê bighin armancin mezin )
Vêca birano ger em neyekbin birayên mejî alîkariya me nakin vêca wê çewa xelik alîkariya me bikin ev nexweşiya bê çare divê em çarekî jêre bibînin bila em gotinên EHMEDÊ XANÊ bi cî bînin ji berya /300/ sala gotiye
Hindî ji şecaet û xeyorin ew çendî ji minetê neforin
Lo bêkve hemîşe bê tifaqin daim bi temerid û şiqaqin
Ger dê hebiwa me itfaqek vêgre bikiran me inqiyadek
Rom û ereb û ecem temamî hemya ji mere dikir xulamî
Tekmîl dikiran me dîn û dewlet tehsîl dikiran me ilm û hukmet
Temyîz dibon ji hev meqalat mimtaz dibûn xudan kemalat

Şîrove (0)