Luqman silêmanluqman_sileman@live.se
Ez nizanim çima her ku navê Darê di hate gotin Sedyayê Cegerxwîn dihate bîramin? Dibê ku Ji ber Seyda çîroka Reşoyê Darê bi tiliyê xweyê nazik hûnandibû, yan ji ber ku Seyda li ser imbiratorê Farisî Daryos yê ku Imbiratoriya wî li ser destê Eskenderê Mezin di sala 331`an de beriya zayînê têkçûbû di helbestên Seyda axiviye.
Em ketin nava gund hevalê min ji minre got: Ka em ê ji zindana wê dest pêbikin ji ber ku ew li pêşiya meye. em li ber xanîkî sekinîn hevalê min ji min re got: di bin vî xanîde zindane Darê ye. Min wêneyek jêre kişand, û me xwe berda zindanê. Em sî û nih pêpelûkan daketin binê zindanê odeyek mezin e, ez bawerim li gor zindanê Sûrî ew têra bihtir ji sê sed mirovî dikê û di lingê çar qurzî û bi hostahî hatine lêkirin û di pencera di jora dîwêr de hene, da ku girtî têde ne fetisin lê heger ku girtî bi xwazin bighin pencerê gereg sê kes herin ser milê hev ta ku ew bighin pencerê hingî bilindin.. Me ji zindanê berê xwe da xizanê ava bajarê Darê. Çaxê ku min ew dîtin ez matmayî mam ji çêkirina wan xizana.! Em li ber wan sekinîn û me ji xwe re li wan nêrî dozde xizane her yek biqasî çilûpênc mitra dirêjin û şeş mitran jî ferehin û ava teva li hev digerê û qulek bi qasî nîv mitrî di serê wande çêkirne da ku avê ji wan bikşînin.! Xizane rojhilat û rojava hatine çêkirin. Em domekî li dora wan çûn û hatin, lê ma em çi ji wan dizanin yan em dikarin çi li ser wan bêjin.? Em hinekî bi rojhilat de çûn hevalê min got: ka em ê çakî vexwin. Em derbasî şikeftekî bûn. Ew tevde di kevirde hatiye kolan û ew xizane jî beriya ku wan çêbikin pêşî li ser dîwarê şikeftê resimandine û nûka ew li ciyê wan çêkirine. Wek ku îro Endeziyar muxetitê avahîkî li ser kaxezê çêdikê û nûka dest bi avakirina wê dikê.. Gundiyan ew ji xwe re kirne wek havîngihê û çayê û qehwê û kola difroşin. Mejî çak li ser kursiyê wan li şûna wan mêrxasên ku ew xizane çêkirine vexwar. Lê me nizanî ka bê çi kurê bava çi mêrxas û şehreza çi piling û çi aqilmend û serbaz çi kilox li bin wê şikeftê de rûniştine? Û ramiyane ka wê çawe bajarê Darê bikin bajarekî dîrokî û bi parêzin ji kedxwar û xwînmijan, dema xwe ji êrîşên dijminê xwe. Bê goman gelek kurê bavan, li binê wê şikeftê rûniştine û ramiyane ji bo paşeroja bajarê Darê. Em hinekî dî jî bi rojhilat ve çûn medî wa hîn ji bermayê penga ku li pêşiya avê çêkirine di kezeba çemê Darê de xuya ye. Ew peng di ser dil û hinavê wî çemîde bi hostahî hatiye çêkirin lê ka bi ji zehmetî hatiye lêkirin.? Piştî ku em domekî li dora sedê çûn û hatin bê ku em tiştekî ji hûnandina wê fêmbikin hevalê min gote min: Ka em herin ser goristana Darê. Bi rastî ji min weya ku goristanên wan ewjî mîna goristanên me ne.? Lê piştî ku em çûn ez çi bibînim ew ne goristan bû ew bajarek bi serê xwe ye.! Çaxê ku çavê min bi gorên wan ket nema zimanê min geriya ez mame di ciyê xwe de sekinî û min ji xwe re lê nêrî ta ku hevalê min bakir min were ma tu li wir çidikê.! Ez nizanim ka bê çawe ew gor di wan latan de çêkirne.? Ew weka odan e, û di her odekî de hin gor hene û di wan odan de û di kevirde gor hatine çêkirine. Yanî piştî ku ew ode di kevirde çêkirne ji nûvre di odê de gor kolane hin gor piçûkin û hin jî mezinin û li pêşiya wan gora li erdê hin gorê dî jî hene. Tiştê ku dihate xuyakirin yan tiştê ku min ji wan famkir. Ew gorê di odan de dibê ku ew yê serbaza maldar aqilmend şihreza û desthilat darên bajarê Darê bin!. Û ew gorên li erda rast yê feqîr û jara û rêncber û karkerê bajêr bin. Derî û pencrê wan oda xweşikahî hatine çêkirin û di ser penceran re wêneyê rojê di kevirande hatiye kulan…
Luqman Silêman

Şîrove (0)