Sûriya bi çavên desthilatdarî û rikeberiyê

Dr. Ebdul Hekîm Beşar

Rastiya cihgirtî ewe ku rijêma Sûriyê bê gotin rijêmeka dektator, hovane , seranserî û zordare , û herweha vî rengê dektatoriyatê bi xurtî bi xwe ve digirê û himbêz dikê. û rastiye dîsanê ku Sûriya dewleteka ewlekarî ya sere nîne . lê beramberî vê yekê hin dîtin û diyardeyên derewîn ji demograsiyetê re li Sûriyê hene, ji wan diyardeyên ne rast û derewîn :
1-rijêm dibêjê ew ava ye li ser firehaliya siyasî, û hebûna ya ku tê binavkirin bi navê (Bereya Niştîmanî ya Pêşverû) wek nimûne di vê derbarê de didê berçav kirin.
2-rijêm dibêjê ew dewleteka demoqrasî ye û ev yeke xuya dibê bi rêya  helbijatinên ku di welêt de tên çêkirin (helbijartin,encumena gel,sindoqên dengdanê), tevlî wek hatiye naskirin ku ev helbijartin lehîstkeke û encamên wan jî berî helbijartinan tên berhev kirin.
3- rijêm dibêjê ewê beryara ne yek kirina herêmî di Sûriyê de pêkanî ye , û ev yek jî di rêya hebûna civatên rêveberiya herêmî di parêzgehan de tê dîtin , û tevî ku serî û vîna van civatan bindestî vîna desthilatdariyê ye û di nav destên wan de ye jî, lê ew hene.
Lê belê rastiya pêşberî vê yekê ewe,ku rijêmê hebûna firehaliya netewî û çandî bi rengekê giştî ji Sûriyê rakir ye û rêbazeka seranserî di raman , çand û Iydîlociyatê de bi kar anî ye, ku hemerengiya li ser rûyê erdê ya dîrokî û cugrafî paşguh ve avêt ye.
Lê ka rikeberî bi çi çavî li Sûriyê dinêrê  ????
Ma ew jî bi çavên wek yên desthilatdariyê dibîbê  ???
Ka firehaliya ku rikeberî pê bang dikê çiye ???
Ma gelo danana navên pêkhatiyên Sûriyê yên ji hev cuda û hemereng di belgename û daxuyaniyên xwe de ,bê ku mafên wan imze bikin, wê tenê bes bê ku têgeha firehaliyê pêkbînê yan jê cudahiyeke tenê di rengê xwe de ji rijêmê cuda ye.
Ka dîmoqrasiya ku rikeberî hewl didê ku cîbicî bikê.ma tenê helbijartin di  gelek warên cuda de (perleman ,rêveberiyên herêmî) yan jê dîmoqrasiyek ku tevaya pêkhatiyên gelê Sûriyê li ser wê li hev bikin , ku di reng û rûyê xwe de ji dimoqrasiya dsethilatdariyê ya derewîn û nerast dûr û cuda bê.
Ka sîstema ne yek kirina herêman ya ku rikeberî hewil didê ku pêkbînê çiye ???
Gelo ew jî wek şêwazê rijêmê ye yan jê şêwazekê berdêlî ye.
Em guman dikin ku ta vê kêlîkê hê rikeberiya Sûriyê bi çavên ne gelekî cuda ji çavên desthilatdariyê dibînê û bi bîr û boçûnên ne gelek
dûr ji yên rijêmê jî dinêrê.lê nimûneke di gelek waran de ji arava wê hatiye girtin . û eger rikeberiya
Sûriyê bixwazê bi rengekê newek yê desthilatdariyê binêrê , divê Sûriyê bibînê wek rastiya ku he ye, Sûriyak firehalî ya netewî,olî û mezhebî,û rastiya Sûriyê ya dîrokî,cugrafî û siyasî jî berçavan bigirê û li ser wê yekê jî nêrînên xwe ava bikê û ji rastiyên heyîn di hundirê Sûriyê de destpê bikê ,ew rastiyên ku rijêmê bi tevî hêza xwe ve hemerengiya netewî û çandî di qurmiçînê û tune bikê, ew jî rastiya hemerengiya çandî û netewî ye Ta vê kêlîkê jî rikeberiya Sûriyê bi piraniya aliyên xwe ve hê li ser wê şopê di çê,yan carna bi gotinan
xwe nêzîkî wê dikin ,ji bo ku xwe bidin xuyakirin ku ew cuda ne ji desthilatdariyê ,lê ew xwe bi xwe hê bi wan bîr û hizran ne bawerin.
Rastiya cihgirtî ji nêrînên ne wek hev re di nav rikeberî û desthulatdariyê de,ewe ku divê rikeberî danpêdanê bi rastiya hemerengiya netewî,olî û mezhebî di Sûriyê de bikê bingehek ji avakirina Sûriya nû re, ku ava bê li ser hevgirtina xwe bi xwetiyê di nav bera pêkhatiyên Sûriyê yên ji hev cuda de di hundirê Sûriya yekgirtî de, li ser bingehê ne navendiya siyasî û dewleteka zanistkarî. û bê pêkanîna wê yekê , nêrîna rikeberiyê ne dûre ji nêrîna desthilatdariyê di derbarî kêşeyên gelê Sûriyê,û hemerengî û paşeroja vî gelî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…