SEYDAYÊ CEGERXWÎN Û STIRANA KURDÎ

   BEXT REŞÊKOÇER

Stirana kurdî yek ji kevintirîn û zengîntirîn û rengîntirîn stirane di rojhilata navîn de û bi hemî cor û rengên xwe dibe henbêzek ji henbêzên parastina dîrok û ziman û filklor û rêzik û kesayetiya kurdî re û tê zanîn di hemî warên Kurdayetiyê de stirana Kurdî xizmet kiriye ji xeynî wesa jî  rolek xwirt  lîstiye di geşkirin û bilindkirina hest û hêrsên şervanên Kurdan de  di hemî raperîn û berxwedan û şoreşên Kurdan de û di hemî qonaxan de û çawa stirana Kurdî ev xizmete kiriye ji kurdayetiyê re .
 hêjayî gotinêye  gelek hene yên ku xizmeta stirana kurdî kirin , yên bi pênûsên xwe, yên bi dengên xwe û yên bi tiliyên xwe , yek ji wan kesê ku herî xizmeta stirana Kurdî kirî , bê sînor, di riya pênûsa xwe re  bi taybet di sedê bîstan de , hişmendê Kurd yê nemir Seydayê Cegerxwîn di riya helbestên xwe re yên ku bûbûn çavkanîyên zelal û şêrîn ji piraniya dengbêj û hunermendên Kurd re di van pêncî salên dawî de û heya neha jî , ji helbestên Seyda yên ku bûyîn stiran di riya honermendên Kurd re û yên agahiya me ji wan heyîn û me agahî li ser wan peyda kirin evin .

–  Şivan Perwer : 1- Ala Rengîn 2-De Lorî 3- Ey Ferat 4- Karker Û Xebatkar 5- Kurdistana Min Ka 6-Karker Û Cotkar 7- Kîme Ez 8- Bila Buhar Bi Xêr Bê 9- Apê Ho 10- Ey Heval Robson 11- Pir Xweşe 12- Ey Felek 13- Kurdistanê Kurdistan .

Gulistan Perwer : Kurdistan Bexçê Gulan .
Mihemed Şêxo : 1- Eman Leylê  2- Nalinek Tê Guhê Min 3- Şêrînê Nû Gihayê 4- Bexçê Gula 5- Pêjna Te Nayê 6- Bilinde Bejn Û Bal Ate 7- Nexweşim Ez Di Evîna Te De 8- Bûm Hêsîrê Awirên Çavên Wê 9- Agirê Derdê Te Îro.
–  Seُîd Yosiv : Wextê Seher Rabit Ji Xew .
–  Ciwan Haco : Hate Ber Derî 2- Hevala Evîndar 3- Ey Dîlberê 4- Pêjna Te Nayê 5-Te Zû Tê Deranî 6- Çav Reş 7- Li Şarê Jînê 8- Giryanim Bese 9- Li Min Lêlê 10- Zemano11-Pir Xweşe.
–  Hukmet Cemîl :1-Leyla Qasim 2-Welato Kurdistan 3-Kurdistan 4-Zinara Erebî 5-Binêr Lُ Kurdistanê Tevde Bi Xwîne .
–  Aram Dîkran : 1-Şev Çû Ma Tu Êdî Hew Tê Lo 2-Çav Beleka Min 3-Adare 4-Newroze 5-Ez Ji Xew Rabûm 6- Lolo pismamo .
–  Seîd Gabarî : 1-Aferî Qadî Mihemed 2-Diyariya Yarê 3-Herdu Çav .
–  Xoşnav : Ebro Şevê .
–  Hesen Şerîf : Nazika Min Hate Xwarê .
–  Feqê Teyran : Top Û Lekên .
–  Nîzametîn Ariç : Tu Jî Wek Min Ger Bibûna Kurd .
–  Behzad Betê : 1- Leşkerim 2- Sêvê .
–  Şevger : 1-Keko Ziman Dirêjim 2-Hevalên Delal Zû Bibin Markisî 3- Bibêjin Bo Her Kesî 4-Komela Mirova 5-Zaravê Evînê 6-Pîr Û Kalim .
–  Xelîl Xemgîn : 1-Welatê Min Tu Wî Bûka Çîhanî 2-Tu Hatî Lêv Şirîna Min 3-Sîne Çi Gewr Û Boze 4-Ji Bûna Her Kesek Yarek Heye .
–  Şêxo : 1-Şoreş 2-Sebra Dile 3-Hawar 4-Kurdin Ser Bilindin 5-Xwe Karbikin Jibo Şer 6-Here Here 7-Nizanim 8- Hoho Şivan 9-Namûse Rabin 10-Birca Belek 11-Pîr Û Kalim 12- Kurdistan 13-Keko 14-Evîn Perwerim 15-Ez Nizanim Çi Bêjim .
–  Şêrîn Mele : 1-Her Çar Xêzên Kurdistan 2-Keçê Rabe .
–  Husên Tewfo : Di Tarîka Şeva Hicran 2-Newroze Sibe 3-Ez Li Vir Dîlber Li Şam .
–  Eyşeşanm : Destê Şêx Maçî Nakim .
–  Seîd Axa Cizîrî ( Seîdê Hemo ) : Ey Felek Ey Zalim Felek .
–  Cemal Seُdûn : Vexwe Yarê Vexwe Vexwe .
Û ji xeynî vê hejmara ku dighe 87 helbestan yên ku me agahî li ser wan peydakirin gelek dîtir jî hene em bi wan nizanin , li ser destên honermendan bûne stranên xweş û delal û ketine di xizmeta hemî warên kurdayetiyê de  û ev stiranên me bi ziman anîn nazktirîn stranin di nav stranên Kurdî de û her wesa nemir Seydayê Cegerxwîn dimîne bilindtirîn helbestvan , xizmeta stirana Kurdî ya nûjen kirî di vê serdema nû de .

 20 . 10 . 2012

Girkê Legê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…