Heçê ne bi me re, li dijî meye

Qado Şêrîn

Gotina ku kes jê hez nake û naxwaze jêre bê gotina ‘’xayîn’’ e, ta bi xayîn û xwefiroşan jî naxwazin ew gotina gemarî ji wan re bê gotin. Di civaka me kurdan de û ji bo ew gotina gemarî ji wan re neyê gotin, gelek rewşenbîr û siyasetvanên me devê xwe girtine û pênûs şikandine, çimkî hin aliyên siyasî, bi taybetî yên şehîd dane, bi hesanî mirov dikin xayîn û xwefiroş.
Partiya şehîdek, tenê şehîdek qaşo ji bo rêzgarkirina Kurdistanê dabe, wek ku ji mafê xwe dibîne xelkê bi hesanî bike xayîn û bêşeref, hin ji wan partî û aliyên siyasî Kurdistanê wek samanê xwe dibînin, û nabe ji wan pêve kesekî din li ser xaka wê bijî û xirecirê bike.
Gelek partiyên me kurdan şehîd ji bo rêzgarkirina Kurdistanê dane, lê hin ji wan bazirganiyê bi xwîna şehîdan dikin, hin ji wan mirovên kurd bi wê xwînê ditirsînin. Eger hat û kurdekî ew partî rexne kir, dibe xayîn û xwefiroş, vekirî û eşkere jêre tê gotin: tu rêzê li xwîna şehîdan nagrî, divê zimanê te bê jêkirin. Ew partî her tiştî, ta bi tiştên kirêt jî ji mafê xwe dibînin, lê divê kesekî din devê xwe veneke û wan rexne neke. Bi gumana min pêşeroj ji wan partiyên ne demuqrat re tune, çilo pêşeroj ji diktatoran re tune.
Heçê ne bi me re li dijî meye, jixwe heçê li dijî me derkeve û rexneyan bike xayîn û xwefiroş e. Di rojên dawî de ev nimûne li asmanê kurdayetiyê belav bû, dema hin rewşenbîr û siyasetvanan helwest û gotara xwe li dijî aliyekî siyasî bilind kirin, ji hêla wî aliyê siyasî ve bûn xayîn û xwefiroş. Eger hat û ew aliyên siyasî bûn desthilatdar dê ji diktatoran diktatortir bin. Bi gumana min wê wextê emê xweziya xwe bi diktatoriya serdestan bînin.
Heçê ne bi me re li dijî meye. Sedî li sed  li ser partiyên kurdên rojava pêktê. Heçê nizanibe bila bawer bike ku bîst û neh partî ji bo sê melyon kurd hene. Bi gumana min 29 partî ji bo sê melyonan gelek in. Li rojava wisa bûye, heçê ne bi me re bila veqete û biçe partiyek xwe çêke. Hevdû pejirandin tune.
Kongirê Hewlêrê yê revenda kurdên Rojava li derve pêşniyar kir ku Serokê herêma Kurdistanê Barzanî partiyên rojava bi yek e, yan jî wan di bin sîwanekê de bighîne ba hev. Bi rastî ew xwestek kenê mirov tîne, çimkî bavê wî nemir Mustefa Barzanî di sala 1970 de nikarîbû du partiyên kurdên rojava bi yek e, vêga ewê bikaribe bîst û neh partiyan ku hin caran mîna neyar û xayînan li hev dinêrin, bi yek e!!. Xweş xeber e lê min ne bawer e.
Bi gumana min, kurd ji partiyên siyasî hatine serê bêvlê, êdî gelek ji wan bûne yên şopê, berjewendiyên serok û partayetî di ser ên milet û welat re digrin. Eger tu xeber û sixêfan bikî Kurdistanê dikenin, lê ku tu bêjî siya serokê we xware dikarin li pêş zarokên te, te serjêkin.
Pirs, gelo çima du partiyên kurd li hev tune ne?, tenê berjewendiyên serok û partayetî wan digînin hev.

07/02/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…