Gotina Hevrêziya Keça Kurd di cejna rojnamegeriya kurdî de.

  Xûşik û birayên hêja.
Mêhvanên buhagiran.
Keçên şoreşger û qehreman.

Destpêkê, em bi navê Hevrêziya Keça Kurd li Dêrikê cejna rojnamegeriya kurdî li tevaya gelê kurd pîroz dikin, û bi taybetî cejna rojnamevanên kurd li herçar parçên kurdistanê.

(22)ê nîsanê cejna rojnamegeriya kurdî ye , di vê roja pêroz de, berî (114)salan li paytexta welatê Misrê, li Qahîre rojnamek bi navê (Kurdistan) li ser destê Mîrê kurd, Mîr Miqdad Midhet Bedirxan hate  weşandin.

Ev rojname bû çirak ronî û geş ji miletê kud li herçar parçên kurdistanê re, li ber ronahiya vê çirayê kaniyên hêviyên gelê kurd derbûn, û dil û hişê wî pîre jenîn.
Rojnama Kurdistan bû çav û gavên miletê kurd û zimanhalê wî li herderî, doza hevrêzî û hevgirtina  gelê kurd kir, û ji zanyar û rewşenbîrên kurdan xwest, ku xwendin û zanînê di nav gelê kurd de belav bikin.
Mîrê kurd çavkaniya Malbata Bedirxaniyan derkir, li ber xwêhdan û hêstirên dayîkên dilovan dara rojnamegeriya kurdî avda .rewşenbîrên kurd jî ew roja pîroz, wek roja rojnamrgeriya kurdî helbijartin û eve  bi dehên salane,  di wê rojê de şahî û ahengên rewşenbîrî û hunerî tên girêdan , ji ber ew rojname bû maka rojnamegeriya kurdî  û tovê wê li herçar parçên kurdistanê û li der ve jî belav bû , li ber çemê wê çavkaniya zelal, gelek gul û kulîlkên rengîn û şêrîn derketin, û bêhna xweş barandin. Ewin Gulîstanin rengînen, Gelawêjin diçirisînin, Buharin xemrevînin, Gurzek Gulin delalin, xunanin nerim û nazin, Pirsin ciwanin, Hevindin Hewarin, zanîn û zimanin, jînin û jiyanin, Aso ne dûrin, Newrozin Cejnin, Sitêrin geşin, Roja nû ne, Dengê Zelalin. Van kovar û rojnaman tev bi hev re zevya rojnamegeriya kurdî xemilandin.
Di vê derfeta zêrîn de, em careka dîtir jî bi navê Hevrêziya keça kurd li Dêrikê, silavin  şoreşgerî û kurdperwerî li canê mirov û xwedanên pênûsên azad û serbest dikin, silavin gerim li canê wan mirovan bê, yên ku bi merd û mêranî ala rojnamegeriya kurdî hilgirtin . ji wana cegerxîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Tîrêj, Keleş, Rizoyê Osê, Emerê Lalê, Rewşen Bedirxan, Reşîdê kurd, Bêbuhar, Mele Ehmedê Palo û serwerê wan Mîr Miqdad Bedirxan .
Silav ji wan mirovên ku îro saxin û ew rê girtine, û niha bi merd û mêranî wê rê dişopînin û wê alê li ser milê xwe bilind dikin . silav ji we tevan re .
Sipasî ji guhdariya we re .
Bijî kurd û Kurdistan .

Hevrêziya keça kurd li Dêrikê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…