Dr. Kamiran Haj AbdoReh û tamarên bîrdoza mafên çarenûsî digihin sedsala 17-ê. Fîlosof Johann Amos Comenius sala 1659-ê pirtûka xwe ya bi navê Gentis Felicitas (bi kurdî: xweşguzariya gel) dinivîse. Di wê pirtûkê de rêzdar Johann Amos Comenius bi nasandina gel dest pê dike û piştre jî 18 pêdiviyên wê xweşguzariyê bi nav dike, di nav wan de jî “desthilatdariya ji gel” heye.
Di sedsala 18-ê de bîrdoza mafê çarenûsî weke serweriya gel tê binavkirin. Filosofê gewre Jean-Jacques Rousseau sala 1762 di pirtûka xwe Contrat social de (bi kurdî: Peymana civakî) bîrdoza serweriya gel tîne holê. Vê ramanê jî (serweriya gel) piştre di şoreşa firansî û di şerê serxwebûna Amarîka de zora ramana ku heya hîngê serdest bû (xanedanî, zadeganî) bir.
Ramana mafê çarenûsî her bi wî navî sala 1914 ji aliyê siyasetvan û şoreşgêr Lenin de tê bilindkirin û piştî Şoreşa Oktoberê tê cîbicîkirin. Her di wê demê de jî serokê Amarîka Woodrow Wilson ev bîrdoz di nexşeriya xwe ya aştiyê de (bernameya 14-xalî) bi nav kir.
Piştî Şerê Cîhanê yê Didoyê bîrdoza mafê çarenûsî hêzeke xwe ya yasayî û navnetewî distîne, gava ew di peymana Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) de û di gelek belge û birayarên wê rêxistina navnetewî de tê binavkirin. Tevî ku ev bîrdoz bêtirî carekê di peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye bicîkirin, lê ya herî girîng bi baweriya min ew e ku ew di benda yekê, xala didoyê de, ya ku bi aşkereyî mafê çarenûsî wek yek ji armancê Neteweyên Yekbûyî binav dike, hatiye bicîkirin.
Bi ser de jî sala 1966 bîrdoza mafê çarenûsî kate asteke pêwîstiyê (divê pêgiriya welatan pê hebe), gava wê di benda yekê ya herdu Peymanên Navnetewî ya Mafên Mirovî de cih girt.
1. Peymana Neteweyên Yekbûyî mafê çarenûsa gelan (self-determination of peoples) di benda yekê, xala didoyê di nav armancên wê de, herweha di benda 55-ê, 73-ê, 76-ê de jî ev maf hatiye binavkirin. Lê benda herî girîng benda 1-ê, xala 2-ê ye, ya ku bi aşkereyî mafê çarenûsî wek yek ji armancê Neteweyên Yekbûyî binav dike.
3. Biryara 1514-ê ya Neteweyên Yekbûyî, roja 14.12.1960-î, ya ku bi “ragihandina danîna serxwebûnê bo gel û welatên bindest” hatiye binavkirin. Ev ragihandina weha dibêje: Hemû kes xwediyê mafê biryardana çarenûsa xwe ne. Li gor vî mafî jî ew xwediyê wî mafî ne, ku rewşên xwe yên siyasî û pêşveçûna xwe ya aborî, civakî û rewşenbîrî bi awayekî azad destnîşan bikin.”
Gel çi ye, kî ye?
Berî ku em li ser babeta xwe (Kurd û mafê çarenûsî) rawestin, pêwîstî bi wê yekê heye, ku em, bi kurtî be jî, danasîna gel bi bîr bînin.
Helbet nêrîn û danasînên curecur di vî warî de hene. Lê piraniya wan di xaline girîng de hevbeş in. Eger em vegerin daxuyaniya encama civîna şarezayan ya navnetewî, ya ku li Parîsê di rojên 27–30 Çiriya Pêşîn sala 1989-an de hatiye lidarxistin, emê bibînin ku ew li ser wê yekê gihîştine hev ku “da ku civatek/komek bikari be wek gel bête naskirin, divê ew civata hinek yan hemî van taybetmendiyan di xwe de bicivîne:
– Bermayîyeke dîrokî ye hevbeş
– Taybetmendiyeke nijadî yan etnîkî
– Wekheviyeke rewşenbîrî (çandî)
– Yekîtiyeke zimên
– Erdnîgariyeke hevbeş
– Jiyaneke aborî ye hevbeş
– Oleke hevbeş (dikare hebe, lê ne merc e)
– Viyan û wijdaneke hevbeş ya netewbûnê (xwe weke gel dîtin û hestkirin)
– Hebûna rêxistin û alavên parastin û pêşvebirina hêman û taybetmendiyên wê civatê.”
Gelê kurd, yê ku ji hezar salan û vir de li ser xaka bav û kalên xwe dijî, roleke zor gewre di avakirin û pêşdebirina şaristaniya herêmê de lîstiye. Wî di xwe de hemû pêdivî û pêwîstiyên netewbûnê civandine: ew xwedî dîrok, ziman, xak, kelepûr û wijdaneke hevbeş e. li gor hemû pîvan, peyman û biryarnameyên yasayî yên navneteweyî ew li ser xaka xwe ya dîrokî xwedî mafekî rewa ye, ku bi viyana xwe ya azad paşeroj û çarenûsa xwe bi viyana xwe ya azad destnîşan bike. Ango ew jî mîna hemû gelên cîhanê, li gor yasa û zagonên navneteweyî, xwediyê mafê çarenûs e, ku di wê de, helbet, mafê damezrandina dewleteke kurdistanî ya serbixwe û yekgirtî jî heye. Ev mafa jî, mafê çarenûsî, mafekî pîroz e û di yasaya navnetewî de jî hatiye çespandin.
– Danasîna hindikahiyên netewî di yasaya navneteweyî de
– Mafên gel û hindikahiyên neteweyî di yasaya navneteweyî de
Eger em li yasa, peyman, belge û danasînên curecur yên navneteweyî vegerin, emê bibînin ku hindikahiya netewî bi giranî weha tê danasîn: “Hindikahiya neteweyî xwe bi taybetmendiyên xwe yên nijadî, ango yên biyologî û gênêtîk yên ku di ten de diyar in, û taybetmendiyên etnîkî, ango yên rewşenbîrî û dîrokî, didin naskirin. Herweha hindikahiya neteweyî hêmaneke din jî heye, ku ew jî wijdana hevbeş û viyana siyasî ya serxwebûnê ye.”1 Li gor vê danasînê em dibînin ku hindikahiya neteweyî (ya nijadî-etnîkî) ji gel (milet) pêve ne tu tiştekî din e.
Li aliyekî din rêzdar Heilbronner dide xuyakirin ku hindikahiya ku di çarçeweke erdnîgarî de, li ser xakeke destnîşankirî wek piraniyekê be û girêdaneke xwe ya dîrokî bi wê xakê re hebe, hîngê ew hindikahiya gel e. Herweha şarezayê Komîta Mafên Mirovan rêzdar Cristesco jî ji bo gel hebûna têkiliya bi xakeke destnîşankirî re wek merc dibîne.
Ji ber wê yekê jî, ku hindikahiyên neteweyî (yên nijadî-etnîkî) statuya gel di yasaya navnetewî de standine, îro roj mafê hindikahiya netewî ji hindikahiyên din cihê ye – ew xwediyê mafê çarenûsî ne jî.
Di belge û lihevhatinên navneteweyî de gelek caran û di pir ciyan de li ser mafên hindikahiyan hatiye nivîsîn. Lê girîngtirîn belge helbet Peymana Navneteweyî ya Mafên Mirovan e (benda 27-ê). Herweha Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan.
Lê tiştê ku ji vê babeta me re pêwîst ew e ku hindikahiyê neteweyî û gel di warê mafên destûrdayî de heman tişt in.
1. Yekîtiyeke arezûmendane bi gelên din re, yên ku li wan her çar welatan pê re dijî
2. Serxwebûn û avakirina dewleteke kurdistanî ya cihê.
Li vir ez dixwazim hinekî li ser biryara Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê rawestim. Vê encûmenê (ENKS), ku nûnertiya gelê kurd li Sûriyê dike û hema bêje hemû partiyên kurd li Sûriyê (ji bilî PYD/PKK-ê) û gelek rêxistin û hevrêzên ciwanan herwekî gelek kesayetiyên serbixwe tê de cî girtine, di kongira xwe ya damezrandinê de (26.10.2011) çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê bi vî rengî anî zimên: “Avakirina dewleteke demokrat, piral û perlemanter li ser bingeha nenavendiya siyasî ku tê de gelê kurd mafê biryardana çarenûsa xwe di hundir çarçewa yekîtiya Sûriyê de bi dest bixe”.
Wate ENKS jî riya yekîtiya arezûmendane pejirand, ne ya cihêbûna ji Sûriyê. Ev rastiya jî di durûşmeya jorîn de (di hundir parastina yekîtiya Sûriyê de) zelal û aşkere ye. Loman jî em dikarin bêjin ku daxwaza ENKS gelek xuya û aşkere ye û ligel yasa û belgeyên navnetewî digunce.
Li hember vê yekê mixabin hinek kes (rewşenbîr û siyastmedarine kurd jî di nav de) hene ku dibêjin:
1. Mafê çarenûsî tenê wateya perçebûnê dide. Ji lewre jî gava em dibêjin di hundir çarçewa welêt de em bi xwe re dikevin dubendiyekê!
2. Em Kurd li Sûriyê “hindikahiyek” in. Lewre jî ev maf ji me re dernekave!
3. Hinek jî dibêjin herêmên kurdî li Sûriyê ji hev cuda ne û yekîtiyeke erdnîgarî peyda nakin, loman jî mafê çarenûsî ji me re dernakeve.
Li ser xala 1-e û ya 2-ê ezê pir ranewestim ji ber bersiva wan li jorê hatiye dan. Tenê dixwazim bêjim ku ew kes – kî dibin bila bibin – ji bîr dikin ku mafê çarenûsî mafê yekîtiya arezûmendane jî di xwe de dicivîne, ne tenê mafê cihêbûn û avakirina dewleteke serbixwe. Herweha ew ji bîr dikin ku em Kurd li Sûriyê, eger em “hindikahiyek” bin jî (weke min li jorê xuya kiri bû), em hingê hindikahiyeke netewî ne, ya ku li gor yasa û belgeyên têkildar ji gel pê ve ne tiştekî din. Loman jî mafê me ya biryardana çarenûsê dîsan jî heye.
– Xaka Filistîna pêşerojê ji du herêmên ji hev cuda pêk tê
– Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (Alaska)
– Rûsiya (Herêma Kaliningrad, ya ku di warê erdnîgarî de ne bi Rûsiya ve ye)
– Îtaliya (Campione d’Italia bajarokekî îtalî ye di nav Swêsra de)
– Hirvatistan (Dubrovnik-Neretva, herêmeke Hirvatistanê ye, lê di ware erdnîgarî de jê hattiya birîn, ne pêve ye)
– Almaniya (Büsingen am Hochrhein bajarokekî almanî ye di nav Swêsra de ye)
Bê guman hîn bi dehan dewletên ku eksklavên wan hene li her çar aliyê cîhanê (Asiya, Ewropa Emerîka û Efrîka) hene. Ez naxwazim wan hemûyan li vir bi nav bikim.
Li ser asta yek dewletê jî gelek herêmên federal û yên xwedmixtar (otonomî) hene ku ne bi hev ve ne, ne yek perçeya erdnîgarî ne. Dîsan jî nimîune gelek in, lê ez dixwazim tenê hinek ji wan herêmên federal/xwedmixtar yên ku eksklavên wan hene bi nav bikim:
– Wilayeta Bremen li Almaniya perçakî xwe (Bremerhaven) 64 km jê dûr e. Wate ew wilayeta federe ji du perçên ji hev cuda pêk tê
– Herweha Wilayeta Hessen li Almaniya perçakî xwe (Ober-Laudenbach) di nav wilayeta Baden-Württenberg ya almanî de ye. Vêca di nava wê eksklavê de jî perçakî wilayeta Baden-Württenberg jî heye.

– Herweha li Nemsayê jî ev diardeya tê dîtin. Osttirol ku ji Tirol cida ye beşeke ji Wilayeta Tirol ya federal.


Li dawiyê dimîne ku ez ji wan kesan re bêjim, yên ku dixwezin bidin xuyakirin ku mafê çarenûsî mafekî kevneperest û ne serdem e, peyveke qelew û kevirekî giran e, yan jî erê mafekî pîroz e, lê hema ji Kurdan re na…, helbet kî dibin bila bibin û li kû dibin bila bibin, ku mafên çarenûsî îro roj ji hemû deman bêtir nirx, pîrozî, rewabûn û mafdariya xwe daye çespandin. Ew di benda yekê ya herdu Peymanên Navneteweyî yên Mafên Mirovan de weke bingeha hemû mafên din yên mirovan hatiye binavkirin. Gelo ji vê bêtir!?
- Nowak, Manfred; Uno-Pakt über bürgerliche und politische Rechte und Fakultativprotokoll, CCPR-Kommentar; Strasburg 1989, rûp. 525.
- Mesûd Barzanî, axaftina li Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê, Hewlêr Avdara 2002-an

Şîrove (0)