ÇELROJIYA ŞEHÎDBÛNA «NESREDÎN BERHIK»

  Imer Kalo*
imerkalo@yahoo.com
Endamê Sekreteriya Encûmana Niştimanî ya kurdî li Sûriyê       

Hevalên partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî)
Xwîşk û birayên hêja û dela ji miletê herêma Kobaniyê
Rêz û silavên ji dil
   Ji roja ku miletê kurd li Kurdistana Sûriyê biryara xwe stendî de, biryara hebûba xwe ya bi rûmet di rûpelên dîroka welatê Sûriyê de,

biryara tevlêbûna şoreşa azadiyê li Sûriyê, di roja 26-10-2011an de, roja ku kongireyê niştimanî yê kurdî li Sûriyê miletê kurd wek beşekî ji şoreşa Sûriyê dît û xwedî li tevgerên ciwanên kurd yên çalakvan di şoreşa azadiyê de li Sûriyê derket, ji wê roj û demê de, miletê me zanîbû ku wê şehîdên wek hevalê me yê nirxbilind, endamê polîtbîroya partiya Demoqrat ya kurd li Sûriyê (Elpartî), û endamê komîteya rêvebir û cîbicîkirinê ya ENKS, dilhez û wefadarê rêbaza Barzaniyê nemir şehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai), wê temen û buhayê daxwaz û mafên netewî yên miletê me yê kurd û azadiya miletê Sûriyê bi tev de bin.
   Wek ku di dîroka me re derbas bûye, serpêhatinên tunekrina hebûn û mafên miletê me çê bûne, û bûyerên reş di mafê miletê kurd de qewimîne, di van rojan de jî dîsa hewldanên binpêkirina mafên miletê kurd yên netewî li kurdistana Sûriyê çê dibin, lê ku em jî wek miletekî neyî hişmend û bê hêz û vîn derkevin, û nikaribin yekîtiya helwesta xwe ya siyasî ava bikin, herweha rûmeta xwe û xwîna şehîdên miletê xwe yên wek şehîd Nesredîn Berhik (Bavê Elai) û şehîd Mişel Temo û tevahiya şehîdên kurd û şoreşa Sûriyê biparêzin, wê demê emê bi rastî bê par û maf û hebûn ji vê şoreşê û fersenda dîrokî ustûxwar û zelûl û destboş derkevin.            
   Ger ku em kurd wek miletekî bindest di rojên normal de çiqwas ne lihev bin, çiqwas li hev guhdarî nekin, çiqwas ji hev heznekin û nebin yek jî, lê di rojên tengasiyan de, di fersend û qonaxên dîrokî de, ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û serkeftina doz û şoreşa xwe, tenê rêç û hêz û çareya me hevgirtin û yekîtiye, belê … nav û tovê netewa me yekin, maf û dîroka me yekin, xak û cuxrafiya me yekin, êş û birînên me yekin, ango em yek miletin û bêguman em kurdin, navê em sist û lawaz û bê encam dîroka miletê kurd û welatê Sûriyê binivisînin, qet çê nabe em doza miletê xwe perçe bikin, em siberoja nifşên xwe binpê bikin.
   Tevî hewldanên wek yên rêjîma Beis, yên ji bo tunekirina nasnameya me ya netewî di siberoja Sûriya nû de, em wek ENKS, emê ji bo bidestxistina mafê çarenûsî ji miletê xwe yê kurd re, ji bo lêkirin û avakirina sûriya nû ya azad û demoqrat û hevpar ji hemî miletê Sûriyê re, emê bê westan kar û xebata xwe berdewam bikin û qet bêçare namînin û ranawestin.
Em dilpakî û dilêriya Bavê Elai ji bîr nakin û herbijî şehîdê miletê kurd Nesredîn Berhik
Tev hêviya bidestxistina mafên me yên netewî û serkeftina şoreşa Sûriyê, bimînin di nava xêr û xweşiyê de
Spas û silav ji we hemiyan re
 
Kobanî: 2-4-2012
* Ev gotin di merasîma bîranîna çelrojiya şehîdbûna Nesredîn Berhik de li bajarê Kobanî hate pêşkêş kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…