Stranbêja navnetewî Shakira wê ji bo piştgiriya gelê Kurd 2 stranan tomar bike

  Stranbêja navnetewî Shakira wê ji bo piştgiriya gelê Kurd û neheqiyên ku li dijî wî bûne, 2 stranan tomar bike. 

Shakira ku bi eslê xwe libnanî ye û li Kolombiya jidayîk bû ye û mezin bûye û niha weke meşhûrtirîn stêrka Pop tê naskirin, wê bi 2 stranan piştgiriya gelê Kurd bike.

Stranbêjê Kurd yê ku niha li Amerîka dijî, Hêmin Xalid ku bi navê Doshke tê naskirin got, ewê bi Shakira re wan stranan duet bike.

Doshke got, di demeke nêzîk de wê ew stran werin tomarkirin.
Strana li ser Anfal navê wê bi înglîzî “This Time For Kurdistan” e.
Strana li ser Helebçe jî navê wî “Helebçeyî Gul” e.
Gotinên her du stranan li ser êşa gelê Kurd in.
Her du stran bi kurdî-înglîzî û spandî têne xwendin.
jêder: avestakurd

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…