Bi helkefta 15ê gulanê cejna zimanê kurdî .. saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko şahiyeke germ û rengîn li ber deriyê saziya xwe lidar xist, sazî û kolan tev bi al û wêneyan hatin xemilandin. Wêneyên zimanzanên kurd ên navdar wek Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û wêneyên rêberên kurda mina Ebdula Ocalan, Şêx Se-îd, Qadî Mihemed û Barzanî jî hatin hildan. Karnameya şahiyê bi kêliyek bedeng li ser giyanê rewanpakê kurdistanê despê kir, di pey re zarokên saziyê û xwendekarên wê bi hev re sirûda netewî Ey reqîb xwendin.
Endama TEV-DEMê û mamosta zimanê kurdî Nûjîn axaftineke berfireh li ser zimên kir û rola zimanî di civakê de diyar kir, rewşa ku Rojavayê Kurdistanê û Sûrî jiyan dike anî ber çav û giringiya zimanê kurdî û perwerdeya pê..zelal kir û got: ev sazî berhem û keda şehîdan e, ev sih sal e tekoşîna me ya zimên despêkirî, divê îro ji her demî pitir em li zimanê xwe xwedî derkevin û derfeta hatî bernedin. Zarokên perwerda xwe ya kurdî standîn di saziyê de.. bi helbestên kurdî û stiranên xwe mêvan dilxweş kirin û hestên wan bilind kirin. Ji rêveberiya saziyê mamoste Ciwan Dêrikî bi navê mamosteyên saziyê.. xêrhatina mêvanan kir, cejna zimanê kurdî li tevan pîrozkir, her weha rola ziman, dibistanan û dîroka dibistanên kurmancî ji serdema Ehmedê xanî ta dema îro bi kinayî anî ziman, dîsa ji gel xwest ku giraniyê bide zimanê dayîkê, û spasiyek taybet ji dayîk û jinên kurde re pêşkêş kir çimkî ji sedî 85 xwendekar û şagirtên saziya perwerdeya zimanê kurdî li Dêrika Hemko jinin, rewşa saziyê ji dema vekirina wê ta îro raxist ber çavan. Her weha hunermend û stiranbêjan jî gelê beşdar bicoş kirin û rakirin dîlanê, di pêşî de Hesen Dêrikî bi stirana ( zimanê kurdî şêrîn û xweşe) despê kir, ji koma awazê çiya Baran bi stiranên xwe yên şoreşgerî hemî mêvan dilxweş kirin. Hunermendên gelêrî Hejarê Elanê, Hesen silêman û koma roj bi deng û awazên xwe şahî gerandin. dawiyê bawernameyên xwendekarên asta yekemîn ji perwerda xwe bi dawî kirîn bi xelatan hatin belavkirin, herweha çend dayîk û mamoste jî ji hêla rêveberiyê ve hatin xelatkirin.
Hêjayî gotinê ye em bînin ziman ku di newroza îsal de 15 xwendekaran bawernamên xwe ji saziya zimanê kurdî-Dêrika Hemko wergirtibûn, di vê roja cejna ziman de jî 36 xwendekarên dî bawernamên xwe girtin. Şahî bi belavkirina şîranî û şekiran û digel stiranên netewî bi dawî bû.
Zimanê kurdî nasnama gelê me û hebûna wî ya netewî ye.
Cejna hemî heskirên zimanê dayîkê pîroz be.
Saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko
15 5 2012
Hêjayî gotinê ye em bînin ziman ku di newroza îsal de 15 xwendekaran bawernamên xwe ji saziya zimanê kurdî-Dêrika Hemko wergirtibûn, di vê roja cejna ziman de jî 36 xwendekarên dî bawernamên xwe girtin. Şahî bi belavkirina şîranî û şekiran û digel stiranên netewî bi dawî bû.
Zimanê kurdî nasnama gelê me û hebûna wî ya netewî ye.
Cejna hemî heskirên zimanê dayîkê pîroz be.
Saziya perwerdeya zimanê kurdî-Dêrika Hemko
15 5 2012