Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.
Dane rev koma çîrokên xwe wiha diyarî kiriye: (Ez vê pirtûkê diyarî partisan û siyasetmedarên kurd diki. Ez bi hevî me ku her yek du caran ixwîne, jib p ku baş baş dost û dijminên xwe nas bikin û rêbazên xebata xwe li gor fen û fûtên wan biguherin). Mamoste Fewaz Evdê jî pêşgotinek bedew ji vê oma çîrokan re daniye..
Ev koma çîrokan bi kurdiyeke zelal û rewan hatiye nivîsandin.. Nivîskar xwe bi van çîrokan re westandiye û li gor her lehengekî çîrokê, kirasek li bejin û bala wî tefsilandiye..
Pirtûk hêjaye xwendinê, xwe jê bê par nehêlin..
Em jî spasiya mamote Abbas îsmaîl dikin û hêviya berhemin din jê dikin û di eynî kat de vê pirtûkê li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikin.
Pirtûk hêjaye xwendinê, xwe jê bê par nehêlin..
Em jî spasiya mamote Abbas îsmaîl dikin û hêviya berhemin din jê dikin û di eynî kat de vê pirtûkê li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikin.
Cemşîd Bagokî
Qamişlo, 27.05.2012