Roja Helbesta Kurdî li derve 2012, lidardikeve

Ji sala 1993 an ve, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwînê nemir de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê pîroz kirin û lidarxistin. Herwiha li derveyî welêt, li Elmanyayê jî tê pîroz kirin û helbest tên xwendin.

Di roja lidarxistina Roja Helbesta Kurdî li derve ya sala borî 2011an de ku li bajarê Essenê-Elmanya lidarketibû, nûnerê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî pêşniyar kiribû ku ji ana û bi şûn ve Roja Helbesta Kurdî li derve bigrin ser xwe.
 Vêga em H.N.R.K.S xwedî li soza xwe derdikevin û di cotmeha îsal 2012an de li Essen-Elmanya Roja Helbesta Kurdî li dar dixin. Herwiha me gotibû: bi hêviya ku sala bê em Roja helbesta Kurdî li welêt, li Nebî Horî pîroz bikin, lê mixabin ew hêvî pêk nehat, hêvî dimîne hêvî û namire.

Emê di nêzîktirîn wext de dest bi name û vexwendinan bikin, emê hewl bidin ku ne tenê helbestvanan amade bikin, daku helbestan bixwînin, her wisa ji her kesî hêvî dikin ku li vê roja dîrokî amade bibin û li helbesta xwe ya kurdî guhdarî bikin.

Her wisa emê di nêzîktirîn wext de hemû agahdariyan, cih, kat, roj û navîşana roja helbestê biweşînin. Herwiha, emê hewl bidin ku ji bo rengînkirina wê rojê hin hunermendên şêwekar amade bikin daku dîwarên holê bi tabloyên xwe bixemilînin, jixwe wê ew roj bê muzîk û strana kurdî jî derbas nebe.

Em wek Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî spasiyek germ û helbestiyane pêşkêşî Komîta amadekar ya „ Roja helbesta kurdî li derve ” ya sala borî ku ji van her sê rêzdaran pêkhatibû: Keça Kurd, Helîm Yûsiv û Elî Cefer dikin, û ji wan re dibêjin: we erkê xwe yê kurperwer di ber helbesta kurdî de spehî, baş û pîroz pêkanî. Mala we ava û her li pêş bin.
Li dawî, em bi kêfxweşî mizgîniya lidarxistina Roja Helbesta Kurdî li Elmanya di meha cotmehê de radigînin, û dibêjin li bende agahiyên nû bin.
Zimanê me, hebûna me ye.
01.09.2012
helbest2012@gmail.com
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…