Mihemedê Seyid HusênHerwiha ezê çend dîmenên hestiyar ji kevçika dilê evîndar, raguhêzim ber destê lawên tuxmê xwe xwendevanê xoşewîst, û ji xaweriya pêştîpên navê welat (Kurdistan) helbesta xwe ji dezî û avdeyên nexşeya xoşewîst cîgehê zayîna xwe bihûnim.
Xweş bawerim ku mirov bi evînê re dikare sînga xwe bide kelemên asê, ba û bahozên xurt, pêlên derya hêç, gerdûnê bi giştî geşbîntir wergerîne, behremendiya jiyanê bike buhareke rengîn, mehederî û mehrîvaniya mirovaniyê bike lêborana xweşbextiyê,
Evîn di bîr û baweriyên min de jiyan bi serê xwe ye, ango rêbiwarî jiyanê herwe geşedariyê diweşîne, şêye ku rewan di kevir de bilivîne, ku ne bi saya evînê be mirov nikare pêşbîniyên mandê ciwantir raçavî cîhaniyan bikî, ku nivîser ji dil û can hez nekî, tucar behremendiya afirandinê lê nabanî, pênûsa wî nikare rûpelê sipî ramûsî, nikare wateya peyvê çaksaztir biderbirînî, eger ku seqayên qad û asîmanan bi kîmawiya kînê lewitî bin, tucar teyrê baz nikare li asoyên berfireh teqla fira xwe sînor bikî, nahêlin tekoşer ji lehenda şêran tîrdûmana çirayê bi birûskên çiraxan biguherin, xwe aram raspêrin tenahiya çiyarêzan, ku em nehêlin zimanê rewanbêje rola evindarê dilsoz, bo yekgirtina rewşenbîr û siyasî rêwefermî bileyize, bi rêkupêk zîvarên perçebûnê pîne li dûv pîne li ser binaxa evînî bidirû û gêçirme bikî, zexeliya biyanî ji zeviyên dijheviya navxweyî yên kaleşûv paşax bikî, ziyanok û zêdekarên mîna Beko Ewanan, nehedana keysebaz û xwe-eranfiroşên derûnlawaz û kurtêlxuran ji hêmanên wan ve rêşbikin, tovê rêleç, çewtebîr û lewçeyan, devlok û dexsokên noker, gelac û tewşedînan biqelînin, ku mirov rê nede xameyar, wêjedost û ronakbîr, ku hemî kêşegirên namedar çekdariya pênûsê nekin, ku bo rêkeftin-nameyekê hevbendî û peymanan girênedin, ku herdû hêzên pêşewa li gel nifşên nûhatî rêveberiya giştî rêbaz nekin, êdî binemayên bîrlêkirina xweşxaneyan, ku li ser lengerên evînê ava nebin, wê çawa pêşinyara nûguherînên qûnaxê bidest ve bînin, pêk ve jî dê çawa destegavên pêşeng bo yekgirtinê biçesipînin….zorsipas.

Şîrove (0)