Ma derew ne belaşin..?

Xelîl kalo

Belê ….em taliya temenê”emir” xwe bûne tûrik û bar hilgirê dewrewan ji vir û li wir ,ji vî û yê dîtir  …vêce eger virbin bere gelkî pirbin birano.kêmaniyê têde nekin.ma ne  tiştê baş ji me nayên …? heme xerbiyê bikin ..!! ji dema  ku em bîrewerbûne ser rûwê dinê . heme dibê behsa û xeberdan ser doza gelê kurd ji ba hemû kesên welatparêz û xwedî wicdan û ne  xwedî wicdan  .lê ew doz hîna biserê xweye ne lebitye ji cihê xwe  deye û bê careser maye.  her wext û hersal ku heta derbas dibe û bi dawê tê ew bilûre û ew tûrtûre .û paşî  divê em dereweke dîtir  bawerbikin ji bijartiyên xwe yê siyasî û bi serde hin rewşenbîrok wê ji wan re hemze bikin û rûcikê wan sipîbikin .

Her roj dûv rojê. em kurd di riya wan bijartî û yên bi navê siyaseta kurd diaxifin hê yek.piroje temam ne kirine û wê dest bi yekî  dîtir bikin bê ku li xwe bi zîvirin ka  gelo çi kirine yan ji nekirine  û çi zirar hene .ew kar ji wan re bûye arazû û karê bê kare di vê demam teng û lawaz de .di dema ku rewşa welat ber bi xerbiyeke mezin ve diçe .him di warê abûrî de  ka ev gel wê çawa ebore xwe bikê . yan di warê ewlekarî de ka wê çawa xwe bi parêzê  ji xirabiyê ..? û  wê çawa pirsgirêka mafê xwe ku heta niha nexşê wê ne diyare wê çawa bê pejirandin.? .tenê bijartî û hêzên ku gereke ew xwedî dispilîn û nexşeyên kurdewarî bin ku em kurd di vê demê de xwe bi hêz û xwedî biryarbikin . mixabin her kes û di nava siyaset û rêxistinên xweyî ezezî de çeber û mewziyan di kolin .

12.12.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivȋskar: Dr. AHMED ABDELWAHED
Werger ji Erebî: EBDILBAQȊ ELȊ

Di roja 3’ê Tebaxa 2026’an de, serokê Sûriyê Ahmed El-Şara li ser seredana serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Şamê, peyamek kurt bi zimanê Kurdî weşand. Dibe ku ev peyam wek peyameke derbasbûyî xuya bike di demeke ku ekran bi daxuyanî û wêneyan tijî…

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…