Yekîtî, yekîtiya Dilan e! Kurdino

 Mihemed Ebdê

Îro, roj gelê kurd bi tevayî mijûl dibe bi rewşa gelê kurd li roi avayî Kurdistanê nemaze, ji bo vê nakokiya di navbera tevgera kurdî de, ji ber ku gelê kurd nema ser û lingê xwe  jev nasdike û sedema vê tevgera siyasîye, kû gelê kurd xistiye nav bablîsokan de , û ew nema dizanin biçi tayî bigrin, nema dizanin bi baskê  şoreşê û opizisyonê re , yan em tenê kar bikin ji bo mafê gelê Kurd yê rewa, lê mixabin partî, ramyar û siyastmedarin me yên kurd matemayî mane, di rastê de, mina hêka Qitikê ku çi bikin di paşrojê de û xwe bi kurve bigirin û çi beryarê bidin .
Lê xala herî giring ku em li ser rawestin berî hemî xalan, yekîtiya gelê kurd di rojavayê kurdistanê de, nemaza di vê qûnaxa giring de ku hebûn û tinabûne kêşeya gelê kurd bê ve hatiya girêdan, û me çi kar di ber de kiriye ji bilî ziyana bi doza gelê xwe û şikestina dilê kurdan, ji ber berjewendiyên xwe yên kesane û partîtî , ta ku gihaye sînorin ji hasin û dergihên kilîtkirî û kêm behwerîya di navbera gel û tevgerê de, ji ber pirojeyên wan yên bê sûde ?
Bê goman ev qûnaxek dîrokiye ji me kudan re,lê mixabin dixuye, ku em fêr nebûne ji dîrokên xwe û serpêhatiyên xwe yên ku ta îro em ne gihîştine maf û azadiya xwe , ji bilî ku em ji Kewê fêrbûne dijminatiya xweseriyê?
Em wek kurd çi ji bo me pêwist e, divê qûnaxê de ?
Dive ku em yek destibin û yek deng û yek dil bin,ji bo careseriya pirsgirêka galê kurd , û ji ber ku hêza gelê kurd xurt dibe bi yekbûna destan û dilan,û ji ber ku cêwazî û nakokî ew e ya ku hêza kurdan lewaz û bê deng dike, û ji çavên gelan û Dewletê Cîhanê me dixîne û yak u me bihêle bê maf , û gelê me ji kêşeya wan dûrdixe, û her ku nakokî di navbera wan de hebe wê bibin sedema  penaberî û mişextibûn û revendiya gelê wan .
Ez wekû helbestvan û niviserekî kurd, bangdikim hemî layanin siyasî û tevgera kurdî ku xwe dûrbikin ji berjewendiyên partîtî û kesan e  , û xwe bibînin berpirsyar di ber   parastina xwîna gelê xwe, û kurdan dûrbikin ji şerê bira kujiyê  ku temenê wê çibe!
Ji ber ku ev xwesteka dijiminê gelê kurd û rêjême Sûriya ye ?
Kurdino, werin em li ser ropelên dilên xwe deynin, na ji bira kujiyê û nakokiyê re?
Kurdino, werin em dilê xwe jevre zelal bikin û kînê diyarî dijminan bikin ,û bêjin bijî hevgirtin û yekîtiyê gelê kurd, Ji bo nifşin me yîn werin ser bilind bin bi dîroka tevgera bav û kalin xwe.
Silav li geyanê pakrewanin şoreşa Sûriya ya rewa
Silav ji bo her Kurdekî karker û welat parêz  xwedî ked di ber doza gelê kurd û yekbûna wan de.

19-12-2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…