Çi li nav Kurdan dibe??!!

Tengezarê Marînî

Xwedê girevî, partî, taqekes, kom û komeleyên kurd hemî di wê baweriyê de ne, ku kurd qet beramberî dijmin neşikestine, belê herdem kurd bi destê kurdan hatine şikestin..
Xerab ne ew e, ku em vê yekê dizanin, lê ya xerab, ku hîn em li ser van karan berdewam in.

Di van demên dawî de, gelek nîq û êrîş ji hêla kurdan ve li êkudu bûne. Ji wê kembaxtir, ku di van buyeran de, mirovên me yên hêja hatine kuştin û şehîdkirin.
Ev buyerên dawiyê li Aşrefiyê, kuştina Nûjîn Dêrikî, beriya wan revandina Behzad Dursun û şehîdbûna Mişel Temo, Dr. Şêrzad, Wanlî Ciwan Qetna û gelek ên din, berê kurdan didin dojehê..
Pirs ew e, em xwe di çarçewa Sûrî de dilivênin?  Eger belê, roxandina rêjîma Asad ji sûda Kurda ye?  Eger belê, bo çi ji bo vê, kar nabe? Gelo birastî Kurd ne di wê asteyê de ne, ku cihê berjewendiyên xwe û adrêsa wê nas bikin?!

Ji bo tenê em di valahiyê de nezivirin.. dê weha dest pê bikim..
Em kê gunehkar bikin ?   Ev encumana bilind ya kurd, ne rengek ji rengê bêdengkirina kurdan e?  Gelo PYD dixwaze pirsa kurd li Sûriya çareser bike an jî dixwaze bibe eniya pişt ya PKK ? Ta kengî wê PYD û PKK jî, hemî grûp û kesan yên newek wan diramin, bi îxanetê li qelem bidin ??! Bo çi Qereyalan van daxuyaniyên xwe niha û di vê demê de bilind dike ? Mebesta Qereyalan ji gelê kurd alîkariya PYD ye ? 
Dem hat ku PYD baş fehem bike, ew bêy kurdên din kêmhêz e û dem hatiye, têbigihe, ku kesek nema dipejirîne, ku dîktatoriyet dubare serdest be.. ev hewqas xwîn, ne jibo sîstemeke dîktatorî bikeve şûna ya din de ye..

Ji hêla din ve, bi çi mafî, ew hêzên bi navê yekîniya Selahedîn êrîşê dibin, li ser xwepêşdanerên kurd û herêmên kurd tê de dijîn ?  Erê ew dixwazin, ku herêmên kurdan tar û mar bikin û gelê kurd jî derbeder bibe ? Gelo newekhev raman di gel PYD maf dide, ku mirov êrîşê bibe ser wan û wan tune bike, an jî bêdeng bike ?
Baş e, ew hêzên PYD -eger bi yê din re  bi tifaq bin- nakevin xizmeta kurdîniyê ?

Eger ew hêzên ku xwe ji hêla PYD ve, zirarmend dibînin, bila ew hêzên xwe bikin yek..û hêzên ku li Kurdistanê ne, bînin û xwe biparêzin.. dibe bête gotin, dê şer derkeve. Lê ya rast hinek ji hêzên ji bilî PYD jî,  birengekî din serederiyê digel vê rewşê dikin..
Mixabin partiyên din, bi vekirina nivîsgehan ve mijûl in û gel di rewşeke xerab de ye..
Ez bi hêvî bûm ku ev partî bibêjin, em neligor vê demê ne û ev rewş ji me mezintir e.

Ka program û konseptên partiyan??!! Ji ber ku pirsa sereke” sûda kurdan di roxandina rêjîmê de ye an na » ne di rojeva wan de ye, bi karên ku tu sûdê bo gel û miletê kurd  û Sûrî nake ketine..

Naxwe ev çi xirûcira vala ye?  Ta niha kurd nikarin bibin nemreyek di pirsa Sûrî de û ya rast, partiyên kurd gunehekî mezin hildigirin, ku ta niha rêjîm nehatiye roxandin.
Derfeta ku hatiye berdestê kurdên rojava hêja ye, ku kurd sudê jê werbigirin.
Pêdivî ye, PYD bêhtir ji hemî partiyên din, êşa windakirina hevalên xwe bizanibe, ji ber wan gelek şehîd dane.
Ya giring îro, ku jidil lihev rûn in, berjewendiyên kurdîniyê li ser berjewendiyên partîtiyê bigrin û vekirî bibêjin ev dever rojavayê kurdistanê ye û vekirî, rênedin parçeyên din berjewendiyên xwe bi ser wan de biçesipînin… Parçeyên din dikarin alîkar bin û kartêkirinê ji bo yekgirtina wan bikar bînin.

Ew hêz ên, ku li ser erdê nînin, divê bizanibin kurdayetî ji wan mezintir e û divêt nebin bar, an jî dûvelanek bo hêzên mezintir ji wan.

Pedivî ye, rewşenbîr û ronakbîrên kurd, bi erkên xwe yên exlaqî  rabin, rexneyên xwe yên avaker binav bikin, tiliya xwe deynin ser birînê. Rexne bo bilindkirina asteya xebat û xîtaba kurdî be, nekêmkirin û bêhurmetkirina partî, kesayetî û grûpan be.

Tişta giring, hêzên kurd, ji derve û ji hundur ve, dostên xwe zêde bikin, her wisa jî xîtaba siyasî pêdiviye tolerens û aştîhilgir be…..

Di dawî de, dubare dikim.. li PYDê ye bi cedî li xwe vegere û wan girtiyên li ba xwe wek birayê xwe bibîne û wan azad bike, belê qet nayête pejirandin kurd ên din bibin sedema rijandina nuqtek ji xwîna endamekî PYD ..
Zimanê diyalogê,tenê zimanê diyalogê, zimanê rasteqîne û çareserkirinê ye.
Zimanê tundûtûjiyê zimanê netêgehiştin û hovîtiyê ye..
Xwîn kurd li kurd HERAM eee

Dîrok li wan yên karên xerab dikin nabuhure û wê rojek bihêt, ku nifşên li pey me, yên gunehkar ji gorên wan bînin der û hesabê wan raxin…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…