Kovara Dîwar dest bi weşanê dike

  Çima Kovara “Dîwar”?

Her weşaneke, berî dest bi weşanê bike, pirsa “Çima em dertên?” divê ji xwe bike. Yê me jî bersiva “Çima Kovara Dîwar?” wisa ye:

 Li seranserê cîhanê, kovarên bi kurdî yên çandî û wêjeyî, kovarên ku bi mijarên çandî yên aktuel mijûlin, pêre jî nimûneyên baş  ên ji çîrok û helbestên kurdî biweşînin, hene yan nîn in, yan jî gelek hindik in. Li ser vê em ketin rê û “Dîwar” weku pêdiviyekê hate holê.

Kovar wê li ku amade bibe û li ku belav bibe?

Navenda kovarê li Elmanyayê ye. Edîtorî jî. Lê di serî de ji Stenbolê, ji bakur û rojavayê Kurdistanê, her wiha ji Ewrupayê hevalên ku ji niha de em bi wan re ketine nava tevgerê, ew dê hem ji me re nivîsan amade bikin û bişînin, hem jî dê bi der û dora xwe bidin nivîsandin û şandin. Bi vî awayî emê bikin ku kovar hem neteweyî û hem jî navneteweyî be. Lê emê bikin ku hem bi awayekî çapkirî, hem jî bi ser internetê re (wekî PDF) ragihînin her kesî.

Di warê xwegihandina kovarê de, hem bi rêya e-mailê û hem jî bi rêya telefonê her kes dê bikaribe xwe bigihîne kovarê. Emê bikin ku li her welatê dinyayê aboneyan çêbikin û kovarê bigihînin wan. Ji bilî vê, li hin bajaran (wekî Stenbol, Amed û hwd.) dê li hin cihan kovar bê peydakirin


Çima mehane?

Em başûrê Kurdistanê deynin aliyekî, li perçeyên din ên Kurdistanê, li Ewrupayê û welatê din ku gelek kurd lê dijîn, hejmara kovarên bi kurdî gelek kêm in. Yên hene jî, hin jê sê mehane ne, hin du mehane, hin nikarin di dema ku diyar kirine de bi rêk û pêk bên derketin jî. Bi gotineke din, bi kurmancî, hin kovarên sê mehane û du mehane yên kurdan hene, lê mehane nîn in. Me xwest bi awayeke mehane em kovarê ragihînin xwendevanên kurdî û hindik be jî vê valahiyê dagirin.

Çima Aktuel

Kovarên me yên kurdan piranî “çandî, hunerî û wêjeyî” ne. Lê piranî jî sar in, ji aktuelbûnê dûr in. Me xwest bi “Dîwar” hem aliyê çandî yê aktuel pêş ve bibin, hem jî nimûneyên girîng ên ji wêjeya kurdî pêşkêşî we bikin. Di kovarê de hûnê her meh bikaribin bi rehetî agahiyên çandî yên aktuel, mijarên girîng, balkêş û aktuel bixwînin. Di heman demê de mînakên baş ên ji çîrok û helbesta kurdî, hûnê di kovarê de bibînin. Perçeyeke girîng emê ji bo danasîn, rexnekirin û nirxandina pirtûk û bûyerên wêjeya kurdî veqetînin. Bi awayekî ku reng û dîmenê wêjeya kurdî ya nûjen, meh bi meh, bê bigewdekirin. Pêşniyara me ev e: Hema Dîwar bişopînin hûnê bibînin ka em qala çi dikin…

Kovara ku telîfê dide

Di serî de me got tenê derxistina kovarê, ji bo vê ji nivîskaran nivîs xwestin têrê nake. Me got li dinyayê tiştê heye ku em kurd nakin çi ye û em li ser wê fikirîn… Di dawiyê de me got her kes peyvek be jî, binîvisîne, ew peyv bi qîmet e û nivîsa ku ji van peyvên bi qîmet dertê biqîmetir e, loma jî telîfê heq dike. Loma em dê ji bo her nivîs, çîrok û her helbestê telîfê bidin.

Rêbazên me ji bo weşandina nivîs û nûç eyan

– Edîtoriya kovarê azad e, her nivîsa ku bê biryara weşandin an neweşandinê bide. Di vî warî de azadiya xwe her diparêze. Ger biweşîne jî neweşîne jî hayê nivîskar pê dixe.

– Edîtoriya kovarê her nivîsa ku ji wan re bê şandin ger biecibîne diweşîne û pêre jî telîfa nivîsê çiqasî bike dişîne ser hesabê bankeyê yê xwediyê/a nivîsê.

– Bîrdozî û baweriya kesan çi dibe bila bibe, her kes dikare ji Dîwar re nivîsan bişîne.

– Di çîrok û helbestan de nivîskar azad in ji xwe re mijarê hilbijêrin. Lê wekî din nivîs/nûçeyên balkêş û girîng ên li ser çandê hebin û nivîskar/rojnameger bixwazin ji me re bişînin rûpelên kovarê ji bo wan jî vekirî ne. Her wiha di rewşeke wisa de berê de dikarin me agahdar bikin ku dê li ser mijareke wisa nivîsekê binivîsin û bişînin.

– Her nivîsa ku ji Dîwar re hatibe şandin divê li ciheke din nehatibe weşandin.

– Her nivîsa ku ji Dîwar re bê şandin û bê weşandin, êdî ew nivîsa “Dîwar”e û bêyî destûra fermî ya edîtoriya Dîwar li tu kovar, rojname, malperan nayê weşandin, çavkanî bê nîşandayîn jî weşandina wê qedexe ye.

– Ger ew nivîs çîrok an helbest be, xwediyê nivîsê rojekê pirtûkekê derxe dikare wê helbesta xwe an çîroka xwe têde biweşine, lê wekî din nikare li ciheke din biweşîne. Ger Dîwar bi xwe  ji çîrok û helbestên jêre hatine şandin weku pirtûk berhev bike û biweşîne, wê çaxê li gor derfetên xwe careke din telîfê dide xwediyê nivîsê.

– Edîtoriya kovarê, di nivîsan de, li asta wêjeyî, li girîngî û balkêşî, li zimanekî şayik û kurdiyeke pak digere.
Em kî ne?

Em çend kesên serbixwe ne ku di bin banê “Hêvî Gruop”ê de hatine ba hev û derdê me ew e, ku bi vê kovarê  em beşdarî avakirina dîwarekî ji dîwarên avahiya wêje û çanda kurdî ya hemdem bibin.

Berpirsiyarê Giştî Agirî Soran
Gerînendeyê Gişti yê Weşanê Helîm Yûsiv
Kordînatorê Weşanê Cemil Oguz

Kovara Dîwar, bi hatina sala nû -2013- re, dest bi weşana xwe ya mehane dike.

Li bendê bin.


Navnîşan û têkilî:

Dîwar

Friedhofstr. 19

64401 Gross-Bieberau

Germany

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…