Qamişlo! Gazinên Salek Kevin û Hêviyên Salek Nû

Konê Reş

Qamişlo! Me di navbera dem û xem de xwe winda kiriye, ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û wiha temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vedişêrin û tîna agirê xwe dinixumînin.. tevî ku agir sînoran nas nakî..
Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asmanê te re berdide.. Ew roj bi hewa dikevin û winda dibin..
Erê Qamişlo, va demsalên sala te bi dawî dibin, hêjî tu wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Bi xupxupa ava çemê Ceqceq re razayî ye û bi siloganên azadiyê ku her în ji camiya Qasimo dengvedidin, şiyar dibe..
Deh meh derbas bûn wek ku nebûn, kolan ew kolan in, feqîrî û hejarî zêdetir dibe û salê kirasê xwe neguhert.. Xweristê xwe nûnekir.. Hêjî çûk û çivêkên beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin.. Guhertin nebûn û hêjî çaksazî di cihê xwe de pîkolê dike..
Erê Qamişlo, ew reşewrên ku car- cara di ser asmanê beriya Mêrdînê re xuya dikin, hêviyên xelkê me bi wan xweş dibû.. Lê heyhat, kesî bi xweziya ranehiştiye baqê keziya..
Piştî 55 salan hêjî rêxistinên me, serokên wan ji ezezetiya xwe nehatine xwarê, tu dibê qey hayê wan ji guhertinên rojhilata navîn, pêşketinên dinyayê, mafê mirovan, jinê û demokrasiya ku şax û paxên xwe di dinyayê de belav dike nîne.. Hêjî ji wan were bihar ew bihar e.. Hêjî gelek ji wan heyranên berjewendiyên xwe ne, heyranên razîkirina jinên xwe ne..
Bi damezirandina kongera niştimanî a Kurdî re li sûriyê, me ji wan re lîland, bi vexwendina serok Barzanî û çûna Hewlêra paytex re, me ji wan re çepik kutan.. Lê sed mixabin..
Erê Qamişlo, salê 12 mehên xwe hejmartin, 366 rojên xwe bidar vekirin, bihar, havîn, payîz û zivistan gulover kirin.. û guhertin û çaksaziyê rêka xwe di welatê me de nedît, beriya Mêrdînê kirasê xwe nû nekir.. Tevî ku car- cara perçe ewrên reş di asmanê me de xuya dikir, lê ew ewir bê av bûn, bê baran bûn, bê rehim bûn, ne avis bûn, avisbûna wan derew, fen û xap bû..
Belê Qamişlo, dem mîna gurekî har di nav xelkên te re derbas dibî.. Asoyên li dor te jî bi dergehên ji agir girtîne.. lê qet ti hêz nikare ronahiyê ji asmanê te bidize.. Gelo te tava rokê jibîr kiriye?! Dibêjin yên ku rok dîtine, germahiya wê jibîr nakin.. Û yên ku xwe bi rastiyê şûştibin, bi çiravên gemorê nayên lewitandin.. Û yên ku jixwe bawer bin, dikarin di ser avê re bimeşin..! Lê yên ku jixwe nebawer bin zû binav dibin.. Mane Kurdan ji mêj ve gotine: Qenckuro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro.. Hem jî gotine: Ku te girt berned, te berda bi pey nekev.. Û  Tiştê çû nede dû… Roja îro, di serê vê sala nû de hêviyên me yekîtiya gotina Kurda ye li rojava, erê yekîtiya Kurda ye.
Qamişlo! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bêje bi feqîr û hejaran.. Kî darên Çinarê di pala çiyan de diçîne? Tê bêje belengazên cotkaran.. Bela xwediyên mal; dewlimend û ziktilêrên te bibin rewrewk û bazarê li ser rastiyê qebûl neke..
Erê Qamişlo! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne xem bi dawî dibe û ne dem bêhna xwe vedike.. Çiya jî ji çûn û hatina pezkoviyan naweste.. û ne peravên deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibe.. êş li vire.. û ti li vire.. û welat wek hina li ser destê bûkê ye.. De hela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Bayê azadiyê nêzîk dibe, erê bayê azadiyê nêzîk dibe.
Û sala nû 2012 bi hêviyên xweş û geş li we pîroz be.
Konê Reş
Qamişlo, 01.01.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…