Diyar EhmedEv rewş rewşka xirab û bi tirs e. Raste, gelê kurd jî xwe dîtiye beşek serekî ji şoreşa gelê Sûriyê û dizanê şoreş bê dan ,gorî û qurbanî ser na Kevin. Lê hin pirs di nav vê rewşa tarî û tevilhev de serê xwe hil didin û pêtviyê bersiva danê ne.
Gelo çima ta vê kêlîkê hêzên siyasî yên kurdî bi êş û jana van kesan ve mijûl ne bû ne û ev rewşa giran li ber çav ne girtine ???
Çima hêzên kurdî yên siyasî û bi taybetî herdu Encûmenên kurdî, têvî ku rêkeftina Hewlêrê jî bi hev re imze kirine ,lê hê ne xuya ye ku li ser rûyê erdê bûne yek û karên hevbeş bi hev re,bi yek dil û canî dikin,li vir eger em xwepêşandanan jê derînin???
Ji ber wê yekê jî em guman dikin, ku eger hêzên siyasî baweriyê bi hev neyînin û li dora hev bi gerin û hin alî bixwazin di vê qûnaxa tevilhev de xwe bibînin ,ku ew bi tenê ne û ji mafê wa ye ku serkêşiya civak û devera kurdî bi tena xwe bikin, û divin her tiştî jî bêxin di nav destên xwe de. hingî,di baweriya me de ne tenê mafê kurdan wê wenda bibê, lê belê hêzin dîtir ji derveyî wan û dibê ku neyarên kurdan bin jî ,wê di civaka kurdî de serê xwe hildin û bibin dûv û bingeh ji hêzin herêmî re û dawiyê bibin bela ji gelê kurd û civaka kurdî re . niha hêzin hene dixwazin bi hênceta dana yarmetî û dest girtina belengaz û perîşanên kurdan derbasî civaka kurdî bibin û cihê xwe li rex gelê kurd çê bikin, û mifayê ji rewşa bêkarî û perîşaniya malbatên kurdan bigirin û bi taybetî ewên ku hatine paşguh ve avêtin û jibîrkirin,kes li rewşa wan xwedî dernakevê û di nav derd û êşên giranî û bêkariyê de dikelin ,û herweha mifayê ji sistî û nakokiyên hêzên kurdî û nexasim herdu Encûmenên kurdî ,ku ta niha ne karîne gelê kurd piştras bikin û li ser rûyê erdê wê baweriye çê bikin ,bidin diyarkirin ku ew yekin û bûne yek ,û xalên rêkeftina Hewlêrê yek bi yek cîbicî dikin .ji ber herdu egerên borî niha hêzin bi xurtî destên xwe dirêjî deverên kurdan dikin ,û fitir û zikatên xwe li ser perîşan û bêkarên kurdan belav dikin,ev bi eşkere ye û ka çi di bin cilikê de û di odên tarî de tên ristin û hûnan din,em nizanin!!?? .
Eger peywendiyên herdu Encûmenan ma bi vî rengî, di gumana me de ev yeke wê di rojên pêş de metirsînekî li ser mafê kurdan û paşeroja gelê kurd, û ne aramî û seqmgêriyê di civaka kurdî peyda bikê .

Şîrove (0)