ŞOREŞA BÊ HEMPA

Huşyarê Emerê Lalê   

piştî sal û nîvê ji vê şoreşa bê hempa ya ku tê jimartin ji  mezintrîn şoreşe di cîhanê de di vê serdema nû de,hê kuştin û talan berdewame bêyî ku  çareserkirinek nîzîk di paşeroja nîzîk de diyarbê û bêyî ku em mifayê ji van kongir û beyana werbigrin

Gelo  ma ka çare çiye ?

Pirseke bi xurtî tê pirskirin di rewşa sûrî de ya ku eve sal û nîve xwepêşandan û şer û kuştin û lêdan têde berdewame ,

 di vê sal û nîvê de kongir û beyan ne rawestane bêyî ku bikarin tiştekî li ser erdê bi livînin û yan kuştina zaroka bisekinînin û yan xirakirina bajara rawestînin  û ez bawer nakim ku ev kongir û beyan tiştekî biguherin ger ne milletê sûrî di hundurê sûrî de guhertinekî bikê û nexasme parçebîna kesayetiyên mezin û  leşker û evserên mezin yê ku her roj bi dehan û sedan parçedibin û dighin leşkerên azad , xurtbîna leşkerê azad wê cengê biguherê hingê milletê sûrî wê serkevê û bighê azadî û felatê .
Em li hember  kêşekî alozin û çare nîne ji bilî çara ceng û şer ji ber ku ev zêdeyî salekiye pêşinyar pey pêşinyarê ,pêşinyara komkara erebî ,piştre cavdêrên erebî ,piştre pêşinyara komelên cîhanî ,piştre cavdêrên komelên cîhanî, ev pêşinyar û kongir çon û hatin û beyan û sêcara vîtoya rosî û sînî û tevaya va egera û pişgîriya îranê  ya mukum ji rijêmêre nahêlin çareserîk aştiyane ji doza sûrî re pêk bê ji lewre Kofî Enan destkêşana xwe diyarkir ku hew dikarê vê kêşê çareserbikê ji destêwerdana îran û rosya û sînê û dewltên herêmê ev kêşa weha aloz çaresernabê ne bidestê sûriya bê ku hemî pêkhatiyên sûrî ligel hev wê vê rijêmê biroxînin .
Lê ka kêşa kurdî di hundurê vê şoreşêde li kî hindamêye ?!        di çi qûnaxêdeye?!
yekîtiya herdo encumana li  erdê çi pêkhatiye­­??
Daxwazên me kurda di hundurê sûrîde çine û me çi diyarkiriye ? van pirsyara divê em ji xwe bikin û vê delîvê ji dest xwe neberdin
Ez bawerim  weku daxwaz hê ne diyarin li hember opozisyonê ew opozisyona ya ku gelek pêkhatê wê ewjî weke rijêmê difikirin .
Tişta herî giring  di vê qûnaxêde pêwiste em hêzê xwe yê siyasî û civakî  û leşkerî bikin yek bihevre karbikin bi yek boçon û helwîstê li hember opozisyonê karbikin bêyî ku ji kongira vekêşin ev dem demê diyalogêye demê dan û sitandinêye kesê xwdî mafbê ji gongir û diyalogê  navekşê yan narevê ji ber ku yekîtiya hêzên kurdî wê bihêlê ku kurd jimarek serekebin û giringbin di hevsengiya sûrî de ya ku sûrya nabê dîmuqrat û azad bêyî maf û daxwazên milletê kurd
Ger erêkirina mafê kurda bes hemwelatîbê me hemwelatî navê bêyî hemî mafê kurda gor peymanên cîhanî yên erê kirîn ji hemî milletê cîhanêre û emjî milletekin ji vê cîhanê  , ez bawerim emê mafê xwe bistînin tevî hemî alozî û nexweşiyên herêmî ji ber ku dem hatiyê ku  nexşê herêmê bê guhertin û divê bê guhertin li gor bêkhatên wê  ji bo her milletekî bi serbest û azadî di welatê xwede bijîn ji ber ku dem demê netewaye di rojhilata navîn de.

7/8/2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…