Qirdikên şoreşê

Xelîl kalo

Bi rastî em gelekî şanazbûn  û bextewarbûn dema ku xortên me li kolanên qamişlo û li  bajar û bajarokên dîtir tevlî xebata şoreşea gelê sûrî bûn weke hevwelatî bi nasnama kurdî heta ji vê bizava pîroz  bê par nemênin  û weke tê xwestin  û wê  kurd ber bi qûnaxeke nû jen ve biçin. Lê roj li pey rojê .biwêr li pey biwêrê .pîlan li pey pîlanê , me dît ku va qirdik ketine şûna çalakvanan û dinya ber bipaşve hat zivrandin weke em kurd ne ketin şoreşê de.
Carcaran mirov ji xwe pirsdikê gelo şoreş hate nav me kurdan yan  na..? çima em berepaş vegeriyn û dîse kevin destê xwe danî ser keda xortan  û bi zava gelêrî…? cima qirdikên siyasetê hemo cih vegirtin .  ma gelo kî li pişta wan bû ..? bersiva van pirsan ne gelekî dijware dema ku mirov bi çavên kurdwarî bê layane li temamê rewşa tevgera siyasî û rewşenbîbrî û civakî meyzekê û bi nirixênê û rexne bike  bê metirsî. wê mirov bigihêje encamên baş , ku sedema herî sereke û bingihên ewe ku heta niha gelek qirdikên  şoreşê cêbûn û xwe kirne şorerşvanê bê şoreş û derdorê xwe heta niha dixapînin .

15.8.2012
xkalo58@gmail.com   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…