Em Doza Ferzkirina Çareya Siyasî li Ser Esed Di Bin Bendê Heftan De Dikin

Hevbendiya Niştimanî Sûrî doz li Encumena Ewlehiyê kir ji bo” Derxistina biryarekê di bin bendê haftan de ku rejîma Esed neçar bike û çareyek dadwer ferz bike, gavin rasteqîne tê de hebin ku parastina sivîlan li Sûryayê li gor yasaya navdewletî misoger bike”.
Berdevkê fermî Salim El – Mislit got: ” Em di hevbendiyê de pêwistiya çareya siyasî mîna rêyekê bo pêkanîna xwestekên şoreşa Sûrî tekez dikin, lê divê ev çare ji kokê de û giştî be, û tawanên Esed rawestîne”.

Mislit tekez kir ku rejîma Esed di dirêjahiya çar salan de di binpêkirina hemû peyman û helkeftinên ku bi şoreşgeran re li deverin cuda û bi amadebûna aliyin navdewletî girêdaye berdewam e, wek tiştê ku vê dawiyê li bajarê Humsê qewimî dema ku hêzên Esed bumbeyên hawinê bi ser erebeyên Komîta Navdewletî a Xaça Sor a sivîl didan alî vekirin.
Di heman dema eşkerekirina şanderê navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora erêkirina rejîma Esed cemidandina şer li Helebê ta şeş heyvan li pêş Encumena Ewlehiyê ragihand, hêzên Esed û bi alîkariya Pasvanên Şoreşgerî ê Iranî û endamên Milişiyên Hizbillah ya tirorist helmetek dijwar bi ser deverin li Gundewarên bajarê Heleba Bakurî de birin, beramberî wê Milişiyên Hizbillh helmetek leşkerî bi piştgiriya Pasvanên Şoreşgerî ê Iranî bi serkirdayetiya Qasim Silêmanî bi ser parêzgeha Der`ayê de dibe. 
Mislit di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ” Ew helmetên leşkerî li dûhev, wateya rasteqîn ji wê erêkirinê re pêşkêş dike, peyva cemidandinê di ferhenga rejîma Esed de dide nasîn, bi awayekê zelal diyar dike ku rejîma Esed nikare mîna hevparekî tu çareyên siyasî pêşkêş bike”.
 Jêder: Hevbendî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…