Albuma konsera Şivan Perwer, «Şahî û Dilşadî – Şivanname 3» derket.

Hunermendê hêja û hostayê muzîka kurdî Şivan Perwer, bi helbijardeyeke ji stranên wî yên herî pir tên hezkirin, ku ji konsera Berlînê hatine girtin, bi navê Şahî û Dilşadî – Şivanname 3” ji alî  PEL Recordsê derket.
Şivan Perwer ku êşa qetlîama 1988an  bi strana Helepceyê û dema ku dihatin înkarkirin jî bi coşeke serhildêrane bi Kîne Emê, derd û kulên kurdan dianî ziman, di albuma Şahî û Dilşadî – Şivanname 3”de cara pêşî ye ku bi saza xwe û dengê xwe pêşş dike.
Di vê albuma bijarte de li ser hev 10 stranan pêşkêş dike.Stranên “Sebra Malan”, “Lê Dotmam” û “Dayîkek” deng û awaz yên hunermend bi xwe ne.

Stranên gelêrî yên wek “Çayê Berbena”, “Çik o Sebeb”, “Şêxê Canê” û “Li Min Xerîbê” cara pêşî ye ku bi hev re di vê albumê de cih digrin. Her weha stranên ku bi salane tên gotin: “Ez Xelef im”,”Nazdar” û “Sarê” jî ku di bîra me de ciyekî wan î taybetî heye, di vê albumê de ne.
Ev albuma Şivan Perwer ku di sala 2000î de ji konsera Berlînê hatîye girtin û albuma wî ya yekem a sahnê ye, PEL Recordsêçêkirina vê albumê;”Şahî û Dilşadî – Şivanname 3hilda ser xwe û amade kir û derxist.
Li gel enstrumanên otantîk ên wek qanûn, keman, mey, zurne û defê, hunermend bi grûba xwe ya muzîkê re stranên xwe bi awa û şiroveya xwe pêşkêş dike.
Hunermend Laleş bi dengê xwe di koroyê de cih digre, muzîsyen Ismet Demirhan jî hem bi dengê xwe hem jî bi mey û zurneya xwe tê de beşdar bûye. Hasan Kanjo li qanûnê, Nahmaddin Najm li kemanê Diler Saaty jî li perkusyonê (def, bendir) dixe û  Şivan Perwer  jî bi  deng û tembûra xwe tê de cih digre.
Ev albuma Şivan Perwer;Şahî û Dilşadî – Şivanname 3bi awayekî giştî ji alî Sony Music tê belavkirin. Album li hemû marketên navdar ên muzîkê, li platformên muzîkê yên dijital û li tevahîya Ewropayê jî ji “Amazon” û ji  “Kurdish Media Shop”ê tê peyda kirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bavê Zozanê

Îro 19.10.2025 Mihrecana

helbesta Kurdî li bajarê Essen li

Almaniye ku herdû saziyên me YNRKS û HRRK pê rabûn bi rêk û pêk hat li dar xistin.

Bêguman ew rêkupêkî û ew rêxistinkirina we dît encama xebata herî kêm ya mehekê ji kar û ked û westandina…

MISLIM ŞÊX HESEN -KOBANÎ

Eger hûn dîroka gelê Kurd li Rojhilata Navîn bi baldarî lêkolîn bikin, diyar dibe ku gelek bûyerên girîng qewimîne. Ew serwerên bê guman ên şaristaniyên kevnar ên cîhanê bûn, û di wan serdeman de roleke diyarker lîstin, tevî ku rastî êrîşên tund ên ji aliyê dewletên cîran û…

Kara Wezîrê Êşo

Di malpera pressin.ifo da gotarek bi sernivîsa “Em ne kurdên Sovyetê ne, em kurdên Qefqasyayê ne!” ( https://pressin.info/kurdi/2034 ) hatibû weşandin, a ku li ser daxwîyanîyên Hejarê Şamil hatibû nivîsîn, ango ew vegotina daxwîyanîyên wî ne…

Meriv dixwîne û matma dibe!

Helbet, wek ku dibêjin, di cîhanê da…

Fewaz Ebdê

Li Kazaxistanê

Li gundekî bi siya Stalîn tozgirtî

Bi çavin bêbawerî

û bi devekî vekirî

mîna şikefteke efsûnî

ji nav rûpelên dîrokê reviyabe

bîrdankek ji bin berfê rabû

û xwe avêt himêza çîroka mim.

<p...