NE TENÊ NÎVÊ CIVAKÊ YE JIN.. JIYAN BIXWE YE

Merwan Berekat
 
Jin hêvan, berdewamî, nîvê dîrokê û demsala jiyana mirovahiyê ya xunavî û xemlebihuştî ye.
Bila Kesek nebêje, ev çi seyr e, û di delavên şêt û mêtiyê de nedele, ne jî mejiyê xwe bi sertî bixrîne, dema em bibêjin: Jin ne tenê ( Nîvê civakê) û hevjiyana mêr e, lê belê piştî ba, av, ax û êgir, ew merca berdewamiya jiyanê ya pêncemîn e jî.
Jiyana bê jinê beyabaneke bê mercên zîldanê û çiyakî rûûût; rût e.

Belê… Jin yek ji bingehên geşedana civakê ya sereke ye, û civaka ku jinê bavêje kenarên jiyanê, ew civakeke payîzî, pûç û nîvstewr e.
Di destpêka dîroka mirovahiyê de û ta roja îro, jin dibistan û akademiya yekemîn e, ku bi dilsozî nifşan fêrî mirovatî, sinc û jiyanperweriyê dike.
Wekî çawa kanî û robarên zelal li hawîrdora dirêjiya herikandina xwe kulîk, nêrgiz û qurnefîlan geş dikin, û bîna xweş di wan de berdidin, her weha jin jî, şahîziya dilşadî, dilovanî û perwerdekareke rastgo û bêhempa ye. Tabloya kar û xebatê û di hemû warên jiyanê de, bê jinê tabloyeke kêmreng û nelihevhatî ye.
Jin evînzê û yar e. Ma gelo eger jin tuneba evînê heba..? Eger ne ji Zînê ba, bêguman destaneya Mem û Zînê wê tuneba, û Ehmedê Xanî jî, dê nebûya mîrê helbesta Kurdî.
Feqê Teyran, ta di kefecana mirinê de jî bang dikir: Lêêê Sînemê..! Eger ne ji Sînemê ba, ma gelo navê Miksê wê derbasî wêjeya Kurdî ba ?
Jin diya şandiyar ( pêxember ), zanyar, gewremirov û pakrewanan e.
Belê; ew dê, xwîşk, met, hevjîn û keç e. Miletê ku pend û dîwaran li pêş rola jinê ava bike û mejînêr bijî, ew miletekî nêremê ye, ne dizê û ne jî vedizê.
                    Heylana Rihayê, diya Qistentînê Romayê bû
                   Gewrejineke mirovperwer û azadîhez bû
                  Azad kirin Xiristiyan û perestgeh avabûn.
Dema zarok dêşe, birçî dibe yan jî xwesteke wî hebe, ew gazincên xwe datîne ber destên diya xwe….. Dema mirovek nexweş dibe û azar zora wî dibin, ew bang dike û dibêje aaax dayê……. Dema ciwanek bi derdê evînê dikeve, ew bixçika wî derdî berî her kesekî din, li pêş diya xwe, yan jî xwîşka xwe vedike….. Dema mêr ji kar vedigere mal û eger zarokine wî û diya wan ne li mal bin, pirsa yekem li hevjîna xwe dipirse, û pişt re pirsa zarokên ne li mal dike, û belkî carina wan ji bîr jî dike…… Dema şahiyek tê lidarxistin tenê jin lîlîyan dikin, û wê şahiyê geş dikin…… Dema mêr diçe ser dilovaniya Xwedê, yên pirtirîn li ber dikevin, û ji dil de digrîn ne bav, bira, ap û xal in, lê belê ew dê, hevjîn, keç, xwîşk, met û xaltîk in….. Yên pirtirîn serdana gorên dê, bav, hevjîn û zarokên xwe dikin jin in, belê; jin in.
Lê mixabin û sed carî mixabinn, dema ku di hin civakan de doza mafê jinê tê kirin, çavsor û mejînêr pêkolên nêrîtiyeke ne rewa dikin, û carina jî, kêmhişiya xwe der dikin û dibêjin:  Jin tenê ji bo zarok û karûbarên malê ye  !!?
Lê dema rastiya jinê deng bi xwe xîne, jineke zana, wê wan hemiyan tî di delavên Ferêt û Dicla re tî derbaske, û tî jî vegerîne.
Belê; birakino..! Belê. Dema vîn û pêdariya jinê derdikeve holê qad dihejin, lehengî bixwe li xwe vedigere û navnîşanine nû li dîrok û ferhenga xwe ya dêrîn zêde dike.
Belê.. Ez ne hêvî û nigaşan dihûnim, û ne jî, ji dervî sînorên cîhanê rengên tabloya rastiya jinê kom û pars dikim, lê rojane em bi nûçyên vîn û pêdariya jina Kurd li kolan û çeperê Kobaniya serbilind şanaz, dilgerm û serbilind dibin, û bi zimanê pênûsa xwe rastiya wê dibêjim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…