Ji 3ê Gulana 1943an ta 3ê Gulana 2015an Mîr Celadet Bedirxan û Serok Mesûd Barzanî

Konê Reş 

    Di rojek mîna vê rojê de (03.05.2015), ev roja ku serok Mesûd Barzanî têde gîhaye Waşingtonê, di çûna xwe a çaran de ji bo çareserkirina kêşeya gelê xwe, di eynî vê rojê de, ji berî 72 salan, di cenga cîhanî a yekemîn de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyek bi navê Roja Nû/1943, li Beyrûtê weşamdiye. Hingî, wî ji birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan xwestiye ku gotarekî ji bo destpêka rojnameyê binivîsîne. Hingê, birayê wî Mîr Celadet gotarek bi navê (Merhele), gotarek nivîsandiye û têde wiha gotiye:
(Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û milletê ko bixwaze bigihe tekûzî û medenîyetê û wan li xwe bike jêra divêt, bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe. Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî dine û (Silav li sifra hazire…). 
Rojnameya Roja Nû, hejmara 01, roja 3ê gulana 1943an.

  Erê, Mîr Celadet Bedirxan yê ku di wî heyamî de, xwe berpirsê gelê kurd didît.. Wî bi mebest gotarê xwe bi navê (Merhele) nivîsandiye.. Ew xweş serwextî rewşa kurdan bû û qenc diaznî ku pêwistiya kurdan bi merhelayan heye. Nexasin di wê germahiya cenga cîhanî a yekemîn de.. Ewa ku dinya di salên wê de serûbinî hev dibû.. Belê, wek berpirsyarekî kurd, wî kêşeya gelê xwe wek barekî giran li ser milên xwe didît..û bi hêvî bû ku di dawiya cengê de, dewletên mezin alîkariya kurdan bikin nexasim: Ingilîz, Frans, Amerîka û Rûsya û li mafê gelê Kurd jî xwedî derkevin.. Mafê gelê Kurd jî, wek mafê tevayî netewên Rojhilata Navîn, were nîşankirin û dayîn û di encam de kurd karibin ji xwe re dewletekê ava bikin.. Vêca li merheleyan digeriya, ku di rêka wan merheleyan re, gelê xwe bigihîne peravê azadî û serbestiyê.. Lê wek ku hûn tev dizanin çi çêbû û çi çênebû..
  Belê roja îro, piştî 72 salan, di eynî roja ku gotarê Mîr Celadet Bedirxan têde hatiye belavkirin bi navê (Merhele), anku 3ê gulanê, serok Mesûd Barzanî têde gîhaye Waşingtonê ji bo eynî kêşeyê, eynî dozê, doza parastina gelê kurd û danîna bingehê dewleta kurdî.. 
   Wek ku ji we tevan ve diyare, em di merheleyeke nû û dîrokî re derbas dibin. Rojhilata navîn li hev dikeve û dikele û kurd derbasî merheleyeke nûtir dibin.. Kurd, li seranserî 1500km bi alikariya hevbendiya navnetewî şerê hêzên tarî û misilmanên tund û xwedênenas dikin.. û va serok Mesûd Barzanî ji sê rojan ve li Amerîka ye.. Pêşwaziya wî wek a serokê Kurdistanê tê kirin, xalîçeya sor ji bo wî radixînin û ala rengîn, hemberî ala Amerîkayê li Waşingtina paytext bilind dikin.. Ew merheleya ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 72 salan ve dixwest, lê digeriya û bi dest nediket, û nikarîbû dewletên mezin bike hevalê kurdan, va roja îro serok Mesûd Barzanî, di vê merhelaya nû de, dost û hevalan ji kurdan re çêdike, wê valabûnê dadigire û bi serketin têre derbas dibe.. Kurdino werin! Em vê merheleyê ji dest xwe bernedin, vê çûna serok Mesûd Barzanî pîroz bikin û em tev di vê merheleya nû de yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin û li gor vê merheleya nû, Kurdistana xwe ava bikin û bela serkêşên serhildanên me û şehîdên me, di gorên xwe de rehet razên. Bijî Kurd û Kurdistan.  
  Konê Reş, Qamişlo, 05.05.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…