Feqî yê Tîran.. Jiyan û helbest û helbestvanî .. Xelek 14 (2/4) .. Çînên civakî


Heyder Omer
 

Di beşê pêşî yê ve xelekê de hat xuyan, ku  ramana civakî ya helbestvanê me ber bi semtên sayî û numa ve die. Û eger em bînin bîra xwe, ku di demên beriya helbestvanê me de înek an jî gurûpekî civakî yê bê karan li bajarên kurdistanê peyda bûbû, Dr. Nûredîn Zaza ewna bi (Ebebozan) nav kiribû[1], eger wan bînin bîra xwe, emê girîngiya banga Feqî yê Tîran, ku xelk ber bi kar de dikêşa, binasin. Ewî bi wê bangê hem lomeyên giran ji wan kesên, ku dixwazin bê kar bimînin, û ji keda xelkê bijîn, dikir, û hem jî biha û nirxê kar dida xuyan.

Pê re jî emê bizanibin, ku fewdala Kurdistan, wê hingê, gîhabû dawiyê, û berê wê ber bi dagerînê ve bûbû, ji ber ku diyarbûna gurûpa (ebebozan) di civakê de, nîşana gêrbûna fewdalîzmê û diyarbûna rengdêrên civaka sifîl a sermiyanîzmê bû. Evê yekê, ji sedsala sêzdem de li gelek bajarên Eropayê rû da, gava karkerên zeviyê bazdan û ber bi bajaran de ûn, û rist û berhema zeviyê, ku li ser milên wan bû, şikest in. Nivîsevanê pêşgotina Memê Alan dibêje:
Peydabûna tebeqeke civakî wek ya Ebebozan di bajaran de koeke dîrokî ye, û tê re pir welatên Ewropayî derbas bûne. Di babelîskên (sedsal) 13, 14, 15 û 16 an de bajarên Fransa û Îngilîstanê bi van kesên bê kar, serserî û şerxwaz tije bûbûn. Sebeb i bû? Bi pêşveûna bazirganî, senate û bajaran û bi xurtbûna hikûmetên merkezî, îqtaî (fewdal) sist dibûn û ne ma dikarin şerê hev bikin. Ji lewre peyayên ku berê ji bo vî tiştî xwedî dikirin, ji cem xwe bi dûr dixistin. Wan jî berê xwe didan bajaran û tê de li karekî digeriyan…[2]
Lê mixabin dagîrkerên Osmanî û Sefewî, destên xwe dan ser Kurdistanê, û nehêştin (sînaet) û sermiyanîzm bi pêş ve herin, da kar ji wan Ebebozan re peyda bibe. Bi sedema vê rewşê têkiliyên fewdalî di civaka Kurdistanê de serdest man, û bandora xwe kişandin ser rewşa aborî û civakî, pê re jî tîkên navbera înên civakî fireh bûn, belengaz belengaztir û dewlemend jî dewlemendtir bûn, û kêmasiyên  civaka fewdal, ku ji înên cûrbecûr peyda dibe, beloqtir bûn.
Tevî ku helbestvanê me bi awayê aşkerê grûpa Ebebozan bi nav nake jî, lê pêjna wan ji banga wî bo karkirinê, û helwesta wî li hember wan kesên, ku ji kar baz didin, tê. Her weha hebûn û cûrbecûreya înên civakî di civaka kurdî de ji helbestvanê ve xuya bû, ji ber ku gelek caran di helbestên xwe cudabûna navbera belengaza û dewlemendan, cemawer mîran de dide xuyan, wek ku em dibînin her du peyvên (jor û jêr) gelek caran di helbestên wî de dubare dibin:
Me li wa dewran bi dor.
Gelek jêr in, gelek bi jor[3].
Helbestvan bi zanebûn û pêdivî xwe dide kêlek wan kesên li jêr in, kêlek belengazan, ji ber ku bi xwe jî ji wan e.
Wêjeya mêldara cemawer û belengazan bû, di serdema Feqî yê Tîran de, ne di rojevê de bû, kesekî qala wê wêjeyê nedikir, her weha kesekî Feqî yê Tîran ber bi hêla îna jêr de nekşandibû, tenê hesta mirovane, rêberê wî bû, ku didît awa kesên dewlemend keda belengazan ji xwe re dibin û bi kar tînin:
Ji kesîba kêf dikir dewletî[4].
Bi bandora vî hestê mirovane, ewî xwe da kêlek wan kesên sade û belegaz, ku  serdema wî guh nedida wan, û bi ser de jî zor û sitema giran dida ser wan:
Derdê keser gel bê qeyas.
Bendê merûm bê sûc binyas.
Ji zor zulmê nabin xilas[5].
Feqî yê Tîran bi vê yekê tenê nake, belê aşkere û sayî  şûna xwe, û xebata xwe li kêlek îna jêr; îna belegaz û kedkaran distîne, û xwe wek helbestvanê wan dide naskirin:
Ba û baran im.
Mij û dûman im.
Hogirê riya me.
Dengbêjê fiqar im[6].
Ev zelalî û aşkerebûna boûnê, ku xwe dide kêlek kesên jar û belengaz, her weha berê jî me dîtibû, ku di navbera rengdêrkirina biharê re jî dibe mêldarê dilên şîndar; ev awayê ragihandina nerîn û boûnan dide xuyan, ku ev helwesta wî ne mêldariyeke helbestî ye, ku dixwaze dilên dewlemendan bi ser kesên xizan û belengazan de nerm bibin, belê helwesteke ramanî û civakî ye, ku helbestvanê me pê bawer kirî. Tiştê vê baweriyê li gel me dupat dike ew e, ku helbestvanê me lomeyên giran bi ser helbesvanên xizan de dibarîne, ew helbestvanên, ku ji mîran û hakiman re distêrin, û ber bi bermayên sifreyên wan de dibezin:
Hinek helbestvan û dengbêj.
Hem giyan û hem dilxizan.
Bo hakim û mîran distêrin.
Bê nirx û lomebar dimînin[7].
Lê tevî vê helwesta mirovane, û tundîtiya wî li hember zordaran jî, wî nikarîbû dûr bie, û kûrahiya dek û dolabên civaka fewdal bikole, têkeve nav înên wê civakê, û semta berwejendiyên serdarên wê civakê aşkere bike. Vê lomê nikarîbû wî tayê, ku berjewendiyên fewdalan û dagîrkerên osmanî û farisî pev re girê dide, bibîne.
Lê eger em vê boûna markîsizmî bihêlin, û bi awayekî din helwesta Feqî yê Tîran, di vê meydanê re, vekoklin, emê bibînin ku ewî gavên dirêj bi pêş serdema xwe de û ye, û berê xwe dide tevayê cemawerê civaka xwe, giyanê welatperwerî û netewî li ba wan, li hember dijminan dihurhutîne, bê ku cudabûnê bixe navbera înên civakê:
Ez diherim ba cemawerê Kurd.
Wêrekiyê ji bo wan distêrim.
Ev e gotina min a dawî[8].
Feqî yê Tîran serdema xwe diderbirîne, di wê serdemê de têgehên civakî înî rû neda bûn, vê lomê ew dibîne, ku tevayê civaka xwe, digel hemî înan, bû ye dîla dagîrkirinê û kedxwarinê. Helbestvanê me, bi vê nerîn û helwesta xwe dikeve pêşiya wan kesên realîteya gelê xwe naskirine, û di meremên dagîrkerên osmanî û sefewî gihêştiye, pê re jî dibe pêşengê vê meydanê, û dengê wijdana komel, ne ya tekekes, û di derûnan de bi kûrahî deng vedide.

[1] Biner: Memê alan, weşanên Riya Azadî, apa duwem, Köln/Elmaya. pêşgotin, rû 31,32.
[2] Heman jêder, rû 32.
[3] Tenbûr, rû 11.
[4] Zargotina Kurda, beş 2, rû 78.
[5] Tenbûr, rû 11. Xilas. Peyveke erebî ye, wateya wê rizgar e.
[6] Tenbûr, rû 21.
[7] Feqî Tîran: Gulbihar, Yêrîvan, rû 7. Me ev nimûne ji ber birtûka Prf Dr. Îzedîn Mistefa Resûl (Realîzma wêjeya kurdî) bi zimanê erebî, girtî. Vêlomê jî me ew ji erebî bo kurdî wergerandî.
[8] Jêdera navborî, rû 7. Ev jî ji ber pirûka Prf Dr. Îzedîn Mistefa Resûl a navborî hatiye wergirtin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…