Fermandariya Êzidiyên Eşîra Baciniyan di Dewleta Heskîfê(Kurdî) de

Amer Çelik
Heskîf yan jî Hesenkêf, ku berê Ereban jêra digotin RAS-Al -XÛL bi kurdî tê wetaye; serê Dêw.
Erzen, Sêrt, Bişêrî û Tor-Abidîn(Tor) her çar girêdayê dewleta Heskîfê ya kurdî  bûn. Her weha  çardeh eşîrên kurdan di bin stare wê de akincî bûn. Wekî eşîra Bêdiya Çêlkan, Aşîtî, Sobanî, Kejikî Xindeqî  Reşan ,Bacinî ku ew bi xwe ji êla Çêlkaniyê ne,nizanim çima Şerefxan bedlîsî Baciniyan ji Çêlikan veqetînê…?.Êstêrkî, Mihelmî ku ew jî xwe kurd nabînin û xwe ji Ereban dijmêrin eşîra Gurdilê yê Mezin û yê gurdilê biçûk , Mihranî  û Şikakî.

Di dema Melek Xelefê kurê Melek Sulêman ku jêra digotin çav sor û abû sayfeyin(bavê du Şûran) de,Gelek şerên dijwar bi ser de hatin û her çav soro dijimin dişkand. Ewî bi gernasî fermandariye Heskîfê kirbû. Her weha di dema abû seyfeyn de HESENDIRÊJ (Hesenê Dirêj ) yê Bayandûrî çavê xwe berdabû fermandariye heskîfê,lewma jî leşkerekî mezin şandibû ser Melek Felefê çav sor.Xelef jî  leşkerê wî poz şkandî li wî vegerandibû.
Di xire-cira şerê çildêranê de û şerê Turk,kurd û qizilbaşan ,di vê navê de eşîrên Şerwan, Zirikan tev eşîrên heskîfê Melek Sulêman kurê Melik Xelîl kiribûn fermandarê Heskîfê, tenê eşîra Reşan fermandariye Sulêman qebûl nekirbû yek ji pismamê Melek Xelîl ji xwe re kibûn mezin. Di wê demê de leşkerê Botan jî hatibû ser bajarê Sêrtê. M.Emîn Zekî Beg dibêje di wê hengamê(Demê) de baweriye kurdên Sêrtê ola Êzidiyatiyê bû. hengama ku wan bihîst ku Melik sulêman fermandariye Heskêf girt leşkerê Bota jî paşde zîvirîbû. Bacnawiyan (Eşîra Bacniya) jî,  ji xwere barxane ji torê anîne kelihê û têda asê bûn.
Bext û Bacin herdu birayê hev bûn û di Cezîra Botan de dijiyan dibêjin ku herdu bira li hev nekirin Bacin Cezîra botan terk da û hate Torê, Heskîfê.
Eyûbiyan kelih ji Baciyan standin . Şerefxan  dibêj: ku Kelih di destê Bacinwiyan de bû qasê dema hukemdariye Melik Xelîl û kurên wî. Em dikarin bibêjin heta dema Eyûbiyan. Piştî çend şerên  xwîn rêj û dijwar Eyûbiyan Kelih ji wan stand.
Bacnwaî Kîne ?
Şerefxan dibêje ku Bacin gundeke di bin fermandariye dewleta heskîfê (Kurd) hink dibêjin ku baweriye wan Qizilbaşin û hinek dibêjin na baweriya wan tiştekî dine.
Cegerxînê ne mir di pirtûka xwe ya Tarîxa Kurdistan de bersiva Şerfxan dide û dibêje ku Bacinawî  yan  jî Bacinî kurdên resen in eşîreke kurde di herêma Torê de, heta roja îro jî hîn li wî gundî(Bacin) akincîne. Nemir Cegerxîn pêde diçe dibêje ku Bacin bi xwe şikeftin û wêranbajrek heye ku jêre dibêjin Bacin û eşîra Baciniyan di nav eşîra Hevrika de  ye.
M.Emîn Zekî beg jî dibêji: Becnewî,Bacinawe, Basinawe. Lê bi rastî Bacine, ji ber ku gundên bi “ba”  ne gelek in di hindama Heskîfê de, gundên ba evin; Bagas,Balan, Batûş û Bacina Êzidiyan (Tor-abidîn).
Tê gotin:
Di hengama Mîr Şerefê  Cezîrî de dijiminahî dikeve navbera Mîr Husein Bacinî û Mîr Şerefê Cezîrî  dibêin di civata Mîr Huseyin de, Mîr Mihema xeberên ne baş ji Mîr ê Botan re kiribûn.Her weha çawa Qizlbaş ketibûn Kurdistanê Bacinî bûbûn hevalbendê wan, ji bo ku xwe ji Mîrê Botanê biparêzin.Lewma jî di keliha heskêfê de asê bûbûn.
M.Emîn Zekî Beg û her weha nemir cegerxîn jî di akidînê ku Tor di destê Bacin yan de bû.piştî mirina melek Xelîl  kurê wî Melek Sulêman bûbû fermandarê Heskîfê ,ewî xwe avêtibû Xesropaşa û kilîte keliha Heskîfê dabû dest Xesropaşa  û weha keliha Heskîfê ji dest Bacina derketbû. Û paşê jî Ji Xesropaşa gihîşta Turkan.
amercelik@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...