Ji herkesî re yasayî ye, lê tenê ji mala Barzanî re ne yasayî ye?!

Mehmûd Biro

Birastî keda mala Barzanî ji roja rojve diyare, jiserdema Nûrî Seîd û Ehmed Hesen Bekir û Sedam û Nûrî Tizbihçî Heta Ebadî yê regezoerist. Di dirêjahiya jiyana xwede bi ŞoreŞ. û serhildana rabûne, qurbanîyên mezin dane. Lê tu carî sere xwe liber dijninan danexistine û her wefadarî xak û niŞtimanin. Ev malbet Kurdistan perestin û kurdistanî ne. Me hemiya dît çawa  nemir mistefa Barzanî bixwe û heval û hogirên xweve rê girtin çûn ba pêŞewa Qazî didema damezrandina komara Kurdistan de, û jêre gotin em lijêr fermana tene jibo parastina xak û niŞtiman. Her ewin yên ku serkêŞiya mezintirîn ŞoreŞ kirine di dîroka kudan de. Her ewin xwedî bihezaran cangorî, herewin xwedî 180000ên enfalkirî.

Heger îro bibin serokê kurdan, dinanê hin kesan disîqirin û jehra nava dilê xwe li kolana dirjênin û nearamiya durist dikin û got got û galgalên neberbiheve dikin.

Dibêjin kû ev malbatek axa ne,kevneperistin, diktatorin, eŞîrin û rê nadin ku kes rêberiya wan bike. Xwiyaye ku dixwazin zirtikên dijminan yên wek Lahor û Şêx Cengî û Berhem Salih û Bavel kurê pîrebokê bikin serokê me da ku kurdistanê bitemamî bifiroŞin dijminan.
BûŞ Yê bav û bûŞê kur serokatiya welatekî wek Emrika kirin, Bêl Kilînton û xanima wîjî, Stoltenberg yê Nerwicî û kurê wî Jens Stoltenberg kû niha serokê NATO ye, ewanjî bi dihê salan Nerwic birêve birin, û hemû kes û karên wan di pileyên bilnd debûn.
Niha jî Trump û hemû kesên wî , keca wi, zavayê wî wek Şêwirmendan di koçka sipî de kardikin.

Çima gelo jiherkesî re yasayî ye, lê tenê ji mabatek welatparêz re ne yasayî ye??!

Heger ji wan bastir, azatir welatpareztir, canfidatir, wêrektir û sehrezatir hatin pês liser erdê, wê caxê emê jiwanre jî bibêjin serokê me.
Ez behwerim herkes dikarê rexna bikê, lê bere rexnên jibo avakirinê bikin, bere ne rexnê ruxênerbin, bere ne sixêf û xeberdan û ziman dirêjî û gotinê arzan yê kolanan bin.
Ez dibînim kû girûpên bivî rengî xerabiyan dikin, ew binexweŞiyên derûnî ketine, û pêdiviya wan bi
Çareseriyê heye û dive herin ba bizîŞkên derûnî. NexweŞiya meznahiyê li mêjiyên wan daye, kesî rast nabînin jixwe pêve, dinav xewn û xeyalan de dijîn.

wek xanim Elînûr Rozfelt digot, ku bixwe xanima serokê Emrîkî yê berê Franklîn Rozfelt bû.
Ev kesên wisa jigirûpên xwedî aqilên biçûkin, tenê bikesan mijûdibin, û hertiŞtên din jibîr dikin.

Kesê wisa tucarî nikarin bibin ji grûpên aqilmendên mezin ku bi fikr û ramanan mijûl dibin.
Fredrikstad 11.12.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…