Odeyên Cizîrê û Rola Wan/1


Konê Reş

  Di wê zaroktiyê de min xwe dît ku, mala me di pala girê gund de ye.. Odeyeke mezin û kîlereke biçûk pê ve, ji erdê baş bilind xuya dikir.. Pê ve jî dikek mezin û bilind ji bo rûniştina havînî di rex deriyê hewşê de, cî digirt û berê wan li başûr bû.. Gelek caran min xizmeta mêvanên wê odeyê re dibir.. Li çîrok û çîvanokên ku ji hev re digotin, guhdarî dikir.. Ji ber ku romana zaroktiya min ji gund destpê kiriye û min ode dîtine, bi min xweş e ku ronahiyê berdim dor civaka odeyên xelkên Cizîrê. Ew civaka ku di wî heyamî de xelkên wê jiyana xwe ya rojane li dor gera zîlana odeyan derbas dikir..

*         *          *
  Ji destpêka çerxê 20`an û vir de, ta dawiya salên 1960`î, ew odeyên ku di piraniya gundên Cizîrê de hebûn, roleke baş di hevdîtin û berdewamiya pêwendiyên eşîr û xelkên Cizîrê (Binxetê) de dilîstin.. Ew ode ji nifşê nû re wek dibistanên gelêrî bûn.. Xweş fêrgeh bûn ji perwerdekirina irf û adetên kumanciya orjînal de.. Û bi xêra dengbêjên ku û çîrok û stran digotin zimanê me û gelek ji zargotina me hat parastin..
  Ew eşîrên ku nîvkoçer bûn û ji sedê salan ve, pey çêreya sewalên xwe diçûn zazana û careke din li warê xwe 
germiyana (Cizîra Sûriyê), vedigeriyan. Wan eşîrên Dêmanî (nîvkoçer), sînor nas nedikirin.. Digel ku ji sedê salan ve di herêma xwe de, di bin desthilatiya axakî xurt de, wek Xelef Axa ku di nîvê pêşî ji çerxê19`an ve, zêrevaniya rêka Sultanî (Ipek Yolu) di navbera Urfa, Mêrdîn, Nisêbînê, Cizîra Botan û Mûsilê de dikir.. Wan eşîran jiyana xwe bi aramî û aştîyane bi pêkhatiyên heyî re ji Siryan, Ereb û Êzidiyan re derbas dikirin.. Piştî peymana Sykes- Picot û danîna sînor di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ku di encam de (Serxet û Binxet) bi nav bûn, çûna koçeriya zozana, hin bi hin ji ber wan hat birîn û neçar bûn ku di çaçova xaka xwe de bimînin.. Di encam de xelkên wan eşîran digel konên xwe yên koçeriyê ku sê stûnî, pênc stûnî û heft stûnî bûn, gundên nû di herêma xwe de avakirin.. Bi xwedîkirina sewal û dewaran re, berê çandiniya xwe firehtir kirin, li gor pêdeviya civaka xwe, di her gundekî de koçkek (Odeyek) ava kirin. Ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê, gundên bê ode nebûn.
  Her eşîreke herêmê ji çend gundan pêk dihat. Di her gundên wê eşîrê de ode hebûn. Odeya Axayê eşîrê ji tevan mezintir, bi çûn û hatintir û bi roltir bû.. Ode ji mezintirîn avaniya gund bû, mal jê bilindtir nebû.. Mezinbûna odeyan li gor mezinbûn, dewlemendbûn û halxweşbûna axayê eşîrê û keyayê gund dima..
  Avaniya odeyan ji kelpîçan bûn; ji ax, ka, beşt û mircaqan bûn. Tev ode ji erdê baş bilind bûn, li kêleka her odeyekê dikek ji bo rûniştina şevên havînî hebû. Ew jî wek odeyê ji erdê bilind û dirêj bû. Ode ji du beşan pêk dihat; beşê biçûk bi navê hêwana odê an kîlera odê dihat naskirin, mêvan têre derbasî hundirê odaya mezin dibûn. Ev beş, terxankirî bû ji ocaxa Qehwê re; qehweçî û alavên çêkirina qehwê wek; tifika agir, gumgumên qehwê yên di ser hev re mezin, misînk û fincanên qehwê, hawin, miqilk, misînên destnimêjê, digel denekî mezin û tasek li ser ji bo vexwarina avê.. Li rex her odeyekê guvek ji bo girêdana hesp û kerên mêvanan hebû.. Dirêjbûna hin odeyan 24 metro bûn, wek odeya Ûsivê Issa ku ta niha li gundê Xibe Dîb e.. Kursî di odeyan de nebûn. Bi kulavan raxistî bûn; her du metroyan, du palgehên li ser hev, li ser wan kulavan danînî bûn.. Mêvanên odê çarmêrkî (Kurmancî), li ser kulavan rûdiniştin. Wek ku min gotiye, dergehên wan odeyan 24 saetan vekirî bûn, çariyekê qehwe ji mêvanan re dihat gerandin, sê dan xwarin ji mêvanan re dihat danîn.. Ew xwarin li gor rewşa aborî ya xwediyê odê bû. Gelek caran sûnda xelkên odê ya asê bi (Pîrê qehwê) an bi (Telpa qehwê) bû..?!
  Li gor werzên salê, axaftin di odeyan de dihatin kirin; ji aş û bajar ve gotin dihatin gotin; behsa çandiniyê, paleyiyê, pezxwedîkirinê, diziyê û problemên berberiya eşîrtiyê di wan de dihatin digotin.. Digel ku her êvar çîrokvanan çîrok digotin û stranvanan stran digotin.. Di nav re jî gelek caran mamik û şertok davêtin ber hev, qerf û henek li hev dikirin û bi lîstikên kurmancî wek: Hingulîskê, Fincana, Ricaa, Sêberkê û Nehberkê dilîstin.. Her wiha ode cihê şêwir û çareserkirina problemên eşîrê û gundiyan bû..
  Dergehên wan odeyan bi şev û roj li ber gundiyan, xelkên eşîrê, mêvanan û rêwiyan vekirî bûn.. Ji mitirban, meymûngeran û hecîfetûman re jî vekirî bûn. Ew mitirbên ku di wan salan de, li odeyên axa û keyan digeriyan.. Stranên bi kemaçê û zirnê digotin.. Nûçe, peyam, bûyer û agahiyên eşîrên din diguhestin xwediyên oda ku mêvanê wê ne.. Xwediyên odê jî, ew destvala venedigerandin, ew razî dikirin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…