Mîr Celadet Bedirxan û Çapa Dîwana Cegerxwîn a Yekemîn

Konê Reş

Wek ku diyare dîwana seydayê Cegerxwîn a pêşî (Pirîsk û Pêt), di sala 1945an de li Şamê bi alîkarî û pêşgotina Mîr Celadet Bedirxan di nav weşanên Kitêbxana Hawarê de hatiye çap kirin. Belê berî ku ji çapê derkeve û berdest bibe mîr Celadet Bedirxan reklama wê di kovara Ronahî, hejmara dawî (28), adara 1945an de belav kiriye di gel helbestek Cegerxwîn bi navê (Bi Kurtî Jîna Min). Fermo reklama Mîr Celadet Bedirxan û herdû firdikên dawî ji helbesta Seydayê Cegerxwîn bixwînin:
Mizgîn
Kitêbxana Hawarê, vê paşiyê dîwana şairê me ê milî seyda Cegerxwîn xistiye çapê. Herçend çap bi xwe rûyê çapkeran spî neke jî, dîwan bi xwe rûyê miletê Kurd spî û rûmeta wî bilind dike. Behayê wê pênc lîreyên sûrî ye. Heq bi postê ji xwediyê Hawarê re rêkin û dîwanê jê bixwazin.
Mîr Celadet Bedirxan

Ev cîhana xapînok heta me jê xwe nas kir
Çi bikim fêde ne maye emrê xwe min xelas kir
Çima rastî dibêjim li nav dîna bûme dîn
Heta bimrim ji nû ve, xelk ê bêjin Cegerxwîn.
Cegerxwîn

Konê Reş, 04.07.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…