Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Sandviken ê Swêdê

  Di rojên navbera çarde heta şazdê tebaxa îsal de14-16.08.2014, wê li bajarê Sandviken ê Swêdê, mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê lidarkeve. Bajarê Sandvikenê heman bajar e ku kongireya damezrêner a HRRK Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, berî deh salan, lê çêbû. 
Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên HRRKe li bajarên welatên Ewrupayê destpêkiribû, ku di adara derbasbûyî de li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê çêbibû û bi beşdariya çil helbestvan, hunermend û nivîskaran, bi awayekî serkeftî û bi şopandineke germ û gurr encam dabû.
Herweha komîta çalakiyan a HRRKe wê di lidarxistina van çalakiyên bi vî rengî de, li bajarên Ewrupayê û li gorî derfetan, dewam bike. 
Nexasim ku ev çalakiyên weha ji du hêlan ve giring in. Ji hêlekê ve roleke mezin di geşkirina tevgera çand û hunera kurdî û belavbûna wê de, dilîze. Ji hêla din ve jî, derfetan li ber hemû kedkarên çand û hunera kurdî vedike, da ku hevdu bibînin û têkiliyên xwe yên berhemdarî bi hev re xurt bikin. Em bi dilekî germ bang li hemû Kurd û sûriyên ku li derûdora bajarê Sandvikenê dijîn, ku beşdarî karûbarên mîhrecanê bibin. Mîhrecan wê di demjimêr pêncê êvarê de, bi nîşandana tabloyên şêwekarên kurd, li salona hunerê ya bajêr, dest pê bike. Herweha di her du rojên pazde û şazde yên tebaxê de wê gelek semînerên wêjeyî û siyasî, şevbuhêrkên helbestê, çîrokê û şanoyan bêne pêşkêşkirin. di nav re jî wê roj bi stiran û muzîkê bêne xemilandin. 
Vexwendin vekirî û ji bo her kesî ye. 

Berdevkê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê 
Helîm Yûsiv 
29.07.2014
………………………………………………………………. 
Mîhrecana Rojava ya Çand û Hunerê Sandviken – Swêd 
14-16. 08. 2014 
Adress: Sandvikens Kulturcentrum 
Köpmangatan 3 
811 80 Sandviken, Sverige 
hevgirtin@rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...