Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket .
Di civata ku piraniya endamên komîta amadekar tê amade bûn , dem û cihê lidarxistina mehrecanê û şêweyê wergirtin û helbijartina helbestan hatin destnîşan kirin, herweha rewşa darayî û xelata mehrecanê û dabeşkirina kar li ser endaman , û weha biryar hatin dan:

Mehrecan wê roja înê 7/11/2014z li Qamişlo lidar keve û wê tenê rojekê dom bike ku wê ji demjimêr 10ê beyanî destpê bike ta demjimêr 3 piştî nîvro…
Komîtek hate destnîşankirin ji bo wergirtina helbestan ji helbestvanên dixwazin beşdariyê biklin:
– Brahîm Mele Qasin ( bajarê Dêrikê û Girkê legê).
– Miş´el Osman (Hesekê) .
– Ebdulsemed Mehmûd û Dildarê Aştî û Mihemed Şêxo (Qamişlo û deverên dîtir)
Helbestvan dikarin helbestên xwe bi şêweyê faylekî(Word ) di riya nameyekê re li ser rûpelê Facebookê yê Mehrecana 19emîn li ser vê navnîşanê rêbikin:
https://www.facebook.com/pages/Mehrecana-Helbesta-Kurd%C3%AE/330889333760785?ref=ts&fref=ts
Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê
https://www.facebook.com/pages/Mehrecana-Helbesta-Kurd%C3%AE/330889333760785?ref=ts&fref=ts
Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê