Amadekariyên Mehrecana 19mîn Ya Helbesta Kurdî Li Sûryayê Destpê Kirin

Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li sûriyê civîna xwe ya destpêkî roja yekşemê 19/10/2014z  li bajarê Qamişlo li dar xist .
Piraniya gotûbêjan li ser nirxandina mehrecana bûrî bûn(mehrecana 18mîn) û şêweyê wergirtina helbestan ji helbestvanên ku dixwazin beşdariyê di mehrecanê de bikin û pîvanên bijartina helbestan.
Civatê çend endam ji bo seredana gora seydayê nemir Cegerxwîn û danîna gulan li ser gorê erkdar kirin .

Civatê vexwendin ji endamên ku navê xwe ji bo beşdariyê di komîta amadekar de nivîsandibûn şand, ji bo civîna were roja înê 24ê heyva 10 amade bibin.
Hêjayî gotinê ye ku komîta amadekar desteyek serbixwe ye armanca wê geşepêdan û vejandina helbeta kurdî ye , û ji kevin de berdewam e di erkê  lidarxistina salane ji mehrecanê re tevî hemî astengên dihatin danîn ji aliyê rêjîma stemkar ve.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…