Konfiransê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriya Şaxê Qamişlo

Îro, li hola Navenda Osman Sebrî Konfiransê Şaxê Qamişlo, bi amadebûna serokê Yekîtiyê Mamosta Dilawerê Zengî û cîgirê serokê Yekîtiyê Mamosta Mihemed Şêxo û Mamosta Ehmed Heyder,Şehnaz Şêxe,Baran Baravî,Fewaz Osê û Zahid Xelef hat girêdan.
Mamosta Salih Cango,di destpêkê de, beşdar vexwendî xuleke bêdeng li ser giyanê cangoriyê Kurd û Kurdistanê kir.Piştre, mamosta Dilawerê Zengî li ser nîrên ku miletê me têre derbas dibe axivî û tekes kir li ser giringiya hevgirtin û yekrêziyê,nemaze di van nîrên dijwar de!!!!!

Û bi dilşadiyekê nasnameyên endametiyê li endaman hate belavkirin û sê nasnameyên endametiya rêzgirtinî  ji sê kesayetiyê xwedan dan û wistan di ber tore û çanda Kurdî de hatin diyarî kirin, ew jî ev in:
Mamosta û helbestvan Hadî Behlewî,mamosta û helbestvan Mihemed Elî Hiso û zanyarê navdar Dr.Kesra Harsan.
Piştî çûna mêvanan rapora şaxê hate xwendin û çend pêşniyar hatin kirin û hilbijartin hatin çêkirin û ev bû encama wan:
Mamosta Ebdilbarî Xelef :Serokê şaxê
Mamosta Xunaf Kano      :Cîgir
Mamosta Fadil Mûsa        :Razgir
Mamosta Selman Xelîl û Mamosta Rêwî Dawid  endam.
Qamişlo          30/10/2014

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…