Kurdino!

Ezîz Xemcivîn
Ji bo xwîna Pakrewanên Kurdistanê xêrxwaz bin…
Ji bo xwîna Silêman Adê, Osman Dadalî, Ehmed Bavê Cûdî, Miþel Temo û bi sedan xortên Têkoþer ko li Seranserî Rojavayê Kurdistanê hatine Kuþtin… 
Dixwazim bala hemû Kurdan bikêþînim ser xaleke pir giring (hemû Partî),
Ew kesên ko li Welat Basî bûn, kurtêlxur bûn, Nokerên (E`mîl) Esedê Mezin û Beþar bûn, îro Roj li ser hesabê xwîna Þervanên Kurdan xwe wek Welatparêz didin xuyakirin… 
Hevalên PYD û Partiyên din ji evan kesan re hiþyar bin…
Ew nakokiyên di navbera we de gûr dikin…
Ew ne kesine xêrxwaz in…
Ne ji bo reþika çavên Kurdan û kêþeya Kurdî bi we re ne…
Kurdên Qamiþlo, Tirbesipiyê, Çil Axa, Girkê Legê, Hesekê, Dribêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn(bi hebû bajarok û Gundê xwe) Kurdên Þamê û Helebê hiþyarî ewan Noker û Basiyan bin, ewên ko di dema yên wek (Bavê Cûdî û Dadalî û Miþel Temo û Þêx Maþûq û têkoþerên wek (Zeki Heci,Dara Tîrêj, Þerîf û Masûm, Mistefa Oso, Bavê Serbest û Welîd Abdulqadir …h.d) û bi sedan di bin êþkenceya (Muxaberatên Sûrî) de bûn,
di heman çax de ew Xêrnexwaz sîxurên Rêjîmê bûn, û hin kes ji wan nuha derdikevin ser Tilivizyonan û hin jî bûne Nivîskar Noker û Emîlê mala Esed bûn an yên Muxaberatên wan bûn.. 
Heman Ew kes îro roj dev ji kirêtiya xwe bernedane û dîsa jî Kurdan bera hevûdu didin.. 
Kurdino cudahî di navbera we de nîn e, eger Partî pir in, tiþtekî xwezayî ye ko heft reng Keskesorekê çê dikin, bila em ne tenê rengek bin… 
Bila em rengîn bin, lê bila ew reng hemû di rajeya(xizmet) rengê Spî de bin, bila ala aþtiyê di destê me de be… 
Bila gotina me li himber dijminan yek gotin be…
Bila xwîna Pakrewanan çarçoveya Yekîtiya me be…
Kurdperwerino, 
Ev Xêrnexwazên ko li ser Tilivizyonan derdikevin, yan li ser xakê tevliheviyan dikin, yên ko berê Basî bûn, hin Mît bûn, dixwazin xwe li ser hesabê xwîna qehremanên Kurd (Pêþmerge û YPG û Girîla) bikin Kurdperwer, lê gava em yek bin ew tu caran nagihên armancên xwe…
Gelekan ji wan nas dikim, dikarim navên wan jî binivîsînim û belav bikim, tekez hûn jî gelekan nas dikin… Ko Kurdistan bi çend Qirûþan difiroþtin, îro roj li Ewropa xwe dikin Kurd û Kurdan li dijî hev radikin…
………………………………………………………………………………………………………….
Bi hêvî me civîna li Hewlêrê encamekê bide.
Bi hêvî me serdana birêz Salih Mislim û þanedeyên her du Encûmenan ji bo Miletê Kurd bi encam be û Partiyên me di asta berpirsiyariya dîrokî de bin…
Bijî liberxwedana Kurdan li Þingal û Kobanî…
Þehîdên me rêz û rûmeta me ne…
Têk biçin ew xwefiroþên ko dixewazin Partiyên Kurd li dijî hev þer bikin…
Bijî ew xwîna pîroz ko ji bo xaka Kurdistanê dirije û dara Azadiyê av dide…
12.10.2014
Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…