Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya Bîranîna Sihemîn Ya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn lidardixe

Piştî Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriya banga serdana gora seydayê Cegerxwîn belav kir, gelek nivîskar,rewşenbîr û hezkerên helbestvanê mezin Cegerxwîn çûne ser gora wî yî pîroz ya li hêla rojavayî Qamişlo dikeve, bi amadebûna cemawerekî mezin.
Destpêkê,mamosta Dilawerê Zengî,serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya bixêrhatina beşdaran kir û helbestek diyarî giyanê seyda kir,yê wê di bîra gelê me de zindî bimîne.
Û ji helbestê me ev kît hilbijart:

(Qet namirî Cegerxwîn, xwedî şan û dadewer
Tê jîn bibî li zarê, keç û kur û bîrewer
Berê darê hişk nabe, tim şîn e xwedî bawer
Her pesindarê te bî, ta ko hebî Dilawer­).
Helbestvana hêja Keça Partîzan helbesteke nazik û ciwan ji bandora helbestên nemir xwend.
Helbestvanê Hêja Dilbirîn bedew ku ji jan û xewnên milet renge-reng bûye, ew nêrînên Cegerxwîn ji xwe re wek çavkanî dibîne,çawa gelê me evîndarê sura azadiyê ye!!!
Welatparêzê hêja Ehmed Bavê Mustefa qefdek ji helbestên Seydayê Cegerxwîn bi hestekî tenik xwendin.
Di dawî de Mamosta Mihemed Şêxo cîgirê serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya sipasiya hemû beşdaran kir, piştî li ser rola nemir Cegerxwîn di jiyana gelê me de axivî,çawa ew bi helbest û nivîsînên xwe mîna fenereke roniyê ye û her tim wê ji nifşan re wek gencîneke tije dur û yaqût sermedî bimîne !!!!
Wiha rola nemir di hişyarkirina hestê neteweyî belû ye û şûnmayînên wî pirtûkxana Kurdî dewlemend kiriye.

 

 

 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…