Komeleya Nivîskarên Kurd bi sernavê “Pira Bakur û Rojava” paneleke lidar dixe û nivîskarên bakur û rojava tîne ba hev.
Panela Komeleya Nivîskarên Kurd bi hevkariya Şaredariya Wêranşarê li Wêranşarê tê lidarxistin.
Panel wê wekî du beş li dar bikeve. Di beşa yekemîn ku Rodî Zinar wê moderatoriya wê bike de dê Konê Reş Deham Ebdulfettah, Anahita Hemo û Abbas Îsmaîl biaxivin. Di beşa duyem de jî ku moderatoriya wê Hogir Berber bike de dê Mehmet Yilmaz, Şerefxan Cizîrî, Rizoyê Xerzî û Azad Zal bixaivin.
www.diyarname.com
Di panela ku wê roja 2yê adarê saet 13.00an de li Navenda Çand û Hunerê ya Med a Şaredariya Wêranşarê li dar bikeve de wê li ser rewş û têkiliya bakur û rojava bê axaftin.
www.diyarname.com