Ker û siyaset..!!

Xelîl kalo

Bi bitelaqê bê fitû û sûnda mêrê berê ,eger mêr hîna li dinya me kurdan mabin ji bilî cewamêrêns qenc…!! ,min nizanî ku kermirov di karin rêvebiriyê bikin û bibin serwer û şîretkarên civaka me û bi teybet di warê siyaset û rewşenbîriyê de. bi şeweyekî rêxistinî di bizav û tevgera siyasî û rewnşenbîriya kurdî de ya serdem, xala herî balkêş ewe, çawa rêveberiya mirovên ku dibêjin em rewşenbîrin dikin.
tiştê ku nayê pejirandin heta roja îro û sosrete bi hemû pîvanan ku  niha çawa mirovek ji cûre û sinifê candaran bi hiş û tedbîra xwe li gorî pîvanên siyasî, yan jî nêzîkî suxletên wane, karibin rêvebiriya me bikin û em wan qebûldikin. weke tê zanîn candar kêm tedbîrin û binav û dengin di bêhişiya xwede. Hêjaye gotinê ye ku di heman demê de hemû zanist û tewriyên biyolojî vê rastiya sirûştî di pejirênin û mikumdikin bê goman .lê dibe ku ew şert û merc li ser kerê me kurdan nayên bikaranîn û bê kontrolin.

Bi van gotinên giran ku heta radeyeke mezinin li ser bihîstinê û hiskirina wan zehmet tê ser guhan, lê nayê veşartin ku vê diyardeya ne sirûştî  cihê xwe di nava bizava gelê kurd de girtiye û xwedî bandoreke berçave li ser sîkolojiya mirovan. mixabin ev rastiya bê nişe û berevajî xwedî cihekî taybete û bi biryare di çarenûsa gelê kurde ya bi navê siyaseta netewî û partîtî.lê nexwe gelo çima em roj bi roj texepaş dizîvirine qedera xwe  , di dema xelkên cihanê ber bi pêşve diçin :.sedî sed sedemên sereke û bingehîn hene ku dibine asteng û nahêlin em weke hemo xelkên dinyayê ber pêşve biçin û xwe vejînin .

Eger êşa gelê kurd ne bingehîn bane û sedem jî ne ji fêmkoriya  rayedar û rêveberên wî bin,siyasî û rewşenbîrî , ma gelo çi eger û ho hene …? bi gomna min û gelek mirov jî vê ra û bîrûboçûnê dipejirînin û gelek caran tênine ser ziman û dibêjin :ma ne em jî weke hemû afrandarên _xulyaqet_ dinê xwedê em afirandine bi nihqulan..? lê gelo çima em ne weke xelkê dijîn û serbestin û bi sed qulîne ..ne me cihe û ne çî ware…ne rûmete û ne hurmete ..!! em dinava welatê xwede penaberin , bê nan û avin, bê serûberin . gelo sedem ji meye …?? yan ji xelkêye ..na .? dibe ku sedem ji rêveberiya kerê me bê ….!!

4.2.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…