Kongira Komela Rewşen Bedirxan hat lidarxistin

Di 17 . 04 . 2014 an de, li Navenda Komela Rewşen Bedirxan, li bajarê Efrînê, Komelê kongira xwe ya sêyemîn, di bin silogana ( Şêr şêr e, çi jin  çi mêr e ) li dar xist.  Pirograma kongir bi kêlîkeke bêdeng li ser rewanê pakrewanên doza Kurdî û şoreşa Sûriyê dest pêkir. Di pişt re, rapora, ku komîta rêvebir amade kiribû hat xwendin. Piştî xwedina raporê kar û çalakiyên komelê yên di salekê de hatin nirxanidin, û piştî têbînên sûdar ji aliyê endamên Komelê ve tozikeke nû hat danînin.
Di vê kongrê de, careke din hat teqezkirin, divê ku jina Kurd ligel mêrê Kurd di hemû warên jiyanê de, bixebite, û ew bêrol nemîne, ji ber ku civaka ku jina wê ne di doza  kar û xebatê de be, ew civak pêş ve naçe, û berî ku ew derbasî wê xebatê bibe, divê ew azad be.
Xala dawiyê ji pirograma kongir mamoste Kifyet Hesen wek seroka komelê, Lewend Hebeş wek cîgir û komîteke kargêriyê jî hatin hilbijartin.  

Komîta rêvebir ya Komela Rewşen Bedirxan  A jina Kurd
Efrîn17 .04 . 2014.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…