Salar Salih
Ji bajarê Hesekê, ji rojavayî kurdistan ( kurdistana Sûrî ),bi navê xwe, ez nameyek sipasiyê ji berêz kak Mesûd Barzanî re ( serokê herêma Kurdistana Iraq a fîdral ) rêdikim, sipasiyek ji dil kak Mesûd Barzanî :
· Sipas bo we ku hemû têkiliyên xwe yên siyasî û diplomasî bi dewletên mezin re (Amêrka – Rûsya – fransa – birîtanya – Elmanya ………. ) xistin bin xizmeta pirsa kurdî li Rojavayî Kurdistan û çareserkirina wê, ku bi van bizavên we pirsa kurdî rengê navnetewî stand û bû beşeke serekî ji pirsa Sûrî bigiştî û di encamê de nûnerên Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya di nav şanda rikberiyê de li kongirê Cinêv 2 amade bûn wek nûnerên gelê kurd li Rojavayî Kurdistan,ku pirsa kurdî li Sûrî ket rojeva kongirê Cinêv 2 wek pirsek serekî pêwîstî çareserkirinê ye di Sûriya paşerojê de,digel ku kak Mesûd Barzanî roleke giring lîst di tevlêbûna Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûrya bo Hemahengiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, wê gavê jî tekezkir ku gelê kurd li Rojavayî Kurdistan beşeke ji Şoreşa Sûrî a ku 15 meha avdarê sala 2011an destpêkir,ku gelê sûrî bigiştî azadî û rûmeta xwe xwest.
· Sipas bo we hebûna Kurd û Kurdistan parast, bo we herêma Kurdistana Iraq a fîdral ( başûrî Kurdistan ) kiriye jimareke giring di siyaseta herêmî û navnetewî de,ku hemû dewletên derdorê û dewletên cîhanê bi rêzgirtinek mezin reftarê li gel wê dikin,û projeyê Kurdistana serbixwe û azad ji xewnekê bû temezek ( rastîyek ) dê bi demê re pêk bê.
Di dûmahîka vê nameyê de ji berêz kak Mesûd Barzanî re ( serokê herêma Kurdistana Iraq a fîdral ), Mesûd Barzanî wek pêşmerge û xebatkar di ber mafên miletê xwe de yên rewa û di ber hebûna miletê kurd de li ser xaka xwe ya dîrokî , xaka bav û bavpîran, ew simboleke kurdperweriyê ye,wek Mahatma Xandî, wek Nêlson Mandêla, kesên ku jiyana xwe terxanî pirsa miletê xwe kirin û berevanî di ber sergehên xwe de kirin.
Salar Salih

Şîrove (0)